Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Dîwana Jan

Jan Dost

Dîwana Jan Gönderileri

Dîwana Jan kitaplarını, Dîwana Jan sözleri ve alıntılarını, Dîwana Jan yazarlarını, Dîwana Jan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Jiyana Kurdekî bê dewlet ya klasîk.
wê bersiv mîna hercar dabû min: ma benqa Sûrî bi min re ye? Min ji bêgavi deftera birayê xwe yê mezin, ku a sala par bû, bi xwe re biribû. Ew qetiyayî bû û pelên wê diweşiyan û têra xwe nivîsên berê li ser hebûn. Dema mamoste deftera min xwest da ku li karê min î malê (wezîfe) binere, hêrs bû û ew defter bi kerb di rûyê min wer kir. We demê xweziyeke tehl di gewriya min de heriki û hêsir di çavên min de biriqin. Havinan ku dibû qiçeqiça rojê, dondirme- firoş kolan bi kolan digeriyan û bi dengên xwe yên dawudi bang dikirin: dondirme hoooooooooooo. Min bi xeftanê diya xwe digirt û mîna cewrikekî dikire kazekaz: yadê ka deh qurîşan ez dondirme bikirim. Hédi hêdi deng nêzik dibû: dondirmeeeeeeeee. Diya min dikire nirçenirç û bi şêx û weliyan sond dixwar ku qurîşek jî di berî- ka wê de tune. Dondirmeeeeeeee. Deng êdî dûr diket. Min jî hey bi dawa diya xwe girtî û pereyan dixwazim. Wê jî her digot: kuro ma tu fêm nakî, tune tune tuneeeeeee, ma ez pereyan ji te re ji bin erdê derxim! Deng dûr diket û êdî nema dihate bihîstin û diya min êdî digot: ha wa ye lawik jî çû. Dîsa xweziyeke tehl diherikî gewriya min. lê ku min carekê kevçiyek dondirme bi dest bixista êdî tu sînor ji kêfa min re nediman, min nedixwest ew guloka berfeşîrê biqede, lê miratê diheliya, diherikî bi ser tiliyên min de û min ew bi lezze- tek nebihîstî hindik hindik dialast
Oldari, feqiri û salên zarotiyê
Di wê mala oldar de ez xwedî bûm. Hîn berî ku ez bikevim dibis- tanê, bavê min Qur'an û Hedisên pêxember bi min didane jiberki- rin. Ez pênc salî bûm gava ku bavê min bi destê min girt û ez bi xwe re birim mizgeftê û hişt ez li Mihrabě hediseke pêxember, ku min jiber kiribû, li pêşiya komeke mêran bixwînim. Min çavên xwe li refikên kitêban vekirin, di nav hibr û kaxezan de mezin bûm, li ber dengê qesîdeyan û mewlûdan û zikrê neqşe- bendi yê bêdeng û di Xitme û Teweccih û Rabiteyan' de zarotiya min ber bi xortaniyê ve hilkişiya.
Reklam
Kalkê min ji Amûdê tê Kobaniyê
Bavê min melayê mizgefta Seydan bû. Ew mizgefta ku kalkê min şêx Salih (navê wî li min kirin, û ez bûme yekem Salihê di mal- batê de) avakiribû. Şêx Salih wek xelîfeyekî şêx Ehmedê Xiznewî ji Amûdê berê xwe dabû Kobaniyê (me her digotê Erebpînar) û li wir dest bi irşada xelkê û belavkirina terîqeta Neqşebendî kiribû û bi hezaran mirîd li dora tekiyeya xwe civandibûn.
Li ser Gora Selaheddin
Li ser gora Selaheddin dixwînim mêjûya winda Dixwînim kevnedîrokê, dixwînim xurtiya kurda Dibêjim ez ji gorê re: gelo kanî Selaheddin? Li kû man text û milk û tac, kî ye yê ku hemî der da? Çima kurmanc perişan in ji destê wan ketî hevsar Li çar perça bela bûne weke karwanê bê salar Ereb, tirk û ecem tev de li ser kurdan bûne destek Welatê wan kirin warê kul û jan û xem û derda
Sayfa 60 - AvestaKitabı okuyor
Mi kalek dît bi pişta xûz û gopal Mi go:umre te? Go heştê û pênc sal Mi go: kalo cilê te bo çi wa ne? Gelek pînên gemarî lê xuya ne?! Bi nermî got: Kurê min zû nexape Ne her tiştê zirav û zer be sap e Dilê te pak be tê çibkî cilê pak? Li vê jînê bes e bo te dilê pak Ji min bibhîz tu van peyvan diyarî: Gelek cilpak hene lê dilgemarî.
Zengil
Zengilê derda ye ev dil lê dide herdem bi kul Deng gihaye her kesî lê negha yara çav bi kil Bi girî çûme jivanê dilberê, hêsir xuşîn Dilzinarê guh neda wan herdu çavên min î şil
Sayfa 49
Reklam
Çavên wê du berx in, di dilê min de diçêrin.
Ez û bavê xwe rûniştin du ramanên ji hev dûr in Ez im xortê dema nû, ew melakî pir misilman e Ciwan im agirê xortaniyê xurt e di dil min de Çi tiştê ew dibê zor e li çavê min hêsan e Di ramanên xwe de rengê telên darên buharê me Belê ramana bavê min ji textê sendel û zan e Dixwaze ez wekî wî bim bi çavên wî binêrim tim Çi ramana bibîne ew ji bom in fikr û raman e! Ji min re bêje: Reş gewr e! Divê ez jî weha bêjim Çi tiştê ew bibê: Rast e. Nebêjim ez wî ra: ne Kitêbên ew dixwîne tev zer in rengê riwê mirya Kitêbên ez dixwînim wek spîberfa li zozan e.
Serê memkan du kanî ne, çi tî me Li çolê me hejar û barketî me.
Evîna te wekî ar e dil û canê min in êzing Xwe bighîne mi ey dilber, bes e hişk û vemirtî me..
Reklam
*** Bêguman mirin wê bê ji nişkê Bibe mêvanê te jî rojekî ----- Şüphesiz ölüm gelecek aniden Sana da olacak bir gün misafir
Dilê te pak be tê çibkî cilê pak ? Li vê jînê bes e bo te dilê pak ... Gelek cilpak hene lê dilgemarî.
Çarîne
Min do kalek dît giran digerî Gopal di dest de li jêr dinêrî Min go ka çî te winda ye ey kal? Go: min xortanya xwe winda kir!
... Eger kurmanc hemî yek bin bibin ye al û yek leşker Li te mizgîn gelek şabe ne dûr e dewleta kurda
*** Çima kurmanc perîşan in ji destê wan ketî hevsar Li çar perça bela bûne weke karwanê bê salar °° Ereb, tirk û ecem tev de li ser kurdan bûne destek Welatê wan kirin warê kul û jan û xem û derda
85 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.