Ez û bavê xwe rûniştin du ramanên ji hev dûr in
Ez im xortê dema nû, ew melakî pir misilman e
Ciwan im agirê xortaniyê xurt e di dil min de
Çi tiştê ew dibê zor e li çavê min hêsan e
Di ramanên xwe de rengê telên darên buharê me
Belê ramana bavê min ji textê sendel û zan e
Dixwaze ez wekî wî bim bi çavên wî binêrim tim
Çi ramana bibîne ew ji bom in fikr û raman e!
Ji min re bêje: Reş gewr e! Divê ez jî weha bêjim
Çi tiştê ew bibê: Rast e. Nebêjim ez wî ra: ne
Kitêbên ew dixwîne tev zer in rengê riwê mirya
Kitêbên ez dixwînim wek spîberfa li zozan e.
Çavên beyrût reş û tarîne tevda
Bi ser min de giran tên rengê derda
--- ----
Tenê me dûrî kurdistan dinalim
Weke teyrê ku hêlîna xwe berda
--- ----
Refê min wa li kurdistanê difrin
Dinalim ez li ser darên bi’ebda
Mi kalek dît bi pişta xûz û gopal
Mi go:umre te? Go heştê û pênc sal
Mi go: kalo cilê te bo çi wa ne?
Gelek pînên gemarî lê xuya ne?!
Bi nermî got: Kurê min zû nexape
Ne her tiştê zirav û zer be sap e
Dilê te pak be tê çibkî cilê pak?
Li vê jînê bes e bo te dilê pak
Ji min bibhîz tu van peyvan diyarî:
Gelek cilpak hene lê dilgemarî.