Bavê min melayê mizgefta Seydan bû. Ew mizgefta ku kalkê min şêx Salih (navê wî li min kirin, û ez bûme yekem Salihê di mal- batê de) avakiribû. Şêx Salih wek xelîfeyekî şêx Ehmedê Xiznewî ji Amûdê berê xwe dabû Kobaniyê (me her digotê Erebpînar) û li wir dest bi irşada xelkê û belavkirina terîqeta Neqşebendî kiribû û bi hezaran mirîd li dora tekiyeya xwe civandibûn.