Li ser gora Selaheddin dixwînim mêjûya winda Dixwînim kevnedîrokê, dixwînim xurtiya kurda
Dibêjim ez ji gorê re: gelo kanî Selaheddin? Li kû man text û milk û tac, kî ye yê ku hemî der da?
Çima kurmanc perişan in ji destê wan ketî hevsar Li çar perça bela bûne weke karwanê bê salar
Ereb, tirk û ecem tev de li ser kurdan bûne destek Welatê wan kirin warê kul û jan û xem û derda