Mi kalek dît bi pişta xûz û gopal
Mi go:umre te? Go heştê û pênc sal
Mi go: kalo cilê te bo çi wa ne?
Gelek pînên gemarî lê xuya ne?!
Bi nermî got: Kurê min zû nexape
Ne her tiştê zirav û zer be sap e
Dilê te pak be tê çibkî cilê pak?
Li vê jînê bes e bo te dilê pak
Ji min bibhîz tu van peyvan diyarî:
Gelek cilpak hene lê dilgemarî.
Gemîya min perçe bûye ez li nav pêlan dijîm
Deng û awazên ji min dertên tenê derd û xem in
Serxweş im rengê bilûrek farisî ez digirîm
Herdû çavên min ziwa bûn kî du hêsran bide min?
Kawik in em kurd li ber her defê dîlanê dikin
Deriyên xwe ji çi bayî re be em zû vedikin
-------
Bi jimarê ji hemî bindestê cihan bêtir in
Lê ji alî mejî û aqil ve kêm û hindik in
-------
Ketine şer em li himber dijminê zana û xurt
Ew bi top û tang û leşker em bi dar û çetik in
-------
Her du sê kes civiyane ji me
Ezê çibkim ji barana buharî
Evîna te bi ser min de dibarî
Weke hîva gulanê ye evînet
cîhan bê wê şikeftek kûr û tarî
du lêvên tey tenik hingiv dirêjin
şêrîn in rengê helbestek Hesarî
kenê tey nêrgizî şêrîn û nazik
dilê min hiştiye gêj û xumarî
ji te dûr im çivîk im bê perîk im
di xefkê de dikim axîn û zarî
dibe navê xwedê rokê ji bîrkim
ji bîrnakim tucar bejna çinarî
li benda te dimînim her şevê ax
li dil wek xenceraye bendewarî
evîna te dilê min kirye pêtek
çiqas ba tê venamre nabe arî
Levên wê du fîncanê qehwaya bi şîr in
Qeymax û penîr in
Çavên wê du berx in di dilê min de diçêrin
Geh xencer in û kêr in
Sînga wê ji berfê ye memik gogê herîr in
Yan baxçeyê mîr in
Destê min diz in tim xwe di nav de vedişêrin
Cengawer û şêr in
Zengilê derda ye ev dil lê dide herdem bi kul
Deng gihaye her kesî lê negha yara çav bi kil
Bi girî çûme jivanê dilberê, hêsir xuşîn
Dilzinarê guh neda wan herdu çavên min î şil
Di jînê de reş e bextê min û kor
Ciwan im lê ji derdan bûm spîpor
Dilê min hîn piçûk e çêleçûk e
Xem û derdan li ber danîn hezar tor
Di zindana jiyanê de esîr im
Derî nînin li dora min bilind qor
Jiyan bazar e her kes jê bi kar e
Ziyan par e ji bo min kotek û zor
Hejar im ez di dil de xar hezar in
Hevalên min di dest wan de gulên sor
Felek çerx e li jêr e geh li jor e
Ji bo min tim li jêr e qet neçû jor
Cihana pir fereh teng e di çav min
Şikeftek tarî û kûr e reş û gor
Heta sax im ez ê derda bikêşim
Ku bimrim nû bi min xweş tên der û dor
Di jîne de reş e bextê min û kor
Ciwan im lê ji derdan bûm spîpor
Dilê min hîn piçûk e çêleçûk e
Xem û derdan li ber danîn hezar tor
Di zindana jiyanê de esîr im
Derî nînin li dora min bilind qor
Jiyan bazar e her kes jê bi kar e
Ziyan par e ji bo min kotek û zor
Hejar im ez di dil de xar hezar in
Hevalên min di dest wan de gulên sor
Felek çerx e li jêr e geh li jor e
Ji bo min tim li jêr e qet neçû jor
Cîhana pir fereh teng e di çav min
Şikeftek tarî û kûr e reş û gor
Heta sax im ezê derdan bikêşim
Ku bimrim nû bi min xweş tên der û dor