9.6/10
6 Kişi
43
Okunma
22
Beğeni
1.467
Görüntülenme
DUBEYTÎ (Baba Tahirê Uryan / Sabah Kara) Wergerandina şiirê bi form û wezin û qafiyeyan, karekî zehf zehmet e. Tu me’nayê werdigerînî, bi form û wezin û qafiyeyan li hev nake; tu formê li hev tînî, bi me’na û wezin û qafiyeyan rast nayê; tu weznê rast dikî, bi me’na û form û qafiyeyan nacive; tu qafiyeyan tertîb dikî, bi me’na û form û weznê li hev nake… Weku xwendevan di çapa yekem de dîtibûn, me ev karê zehmet, bi muwefeqiyeteke mezin anîbû cî. Lêbelê huner, bêdawî ye. Tu şiira herî baş jî binvîsî, dibe ku tu şiireke ji wê çêtir binvîsî; tu wêneyeke herî baş jî resim bikî, dibe ku tu wêneyeke ji wê çêtir çêkî; mi’mar binaya herî baş jî ava bike, dibe ku ew binayeke jê çêtir jî çêke… Di vê çapa duyem de me hemû Dubeytiyan cardin bi orjînala wan re muqayese kirin; me li cihna lizûm nedît ku em ti tiştî biguherin; li cihna –piştî tecrubeya evqas salan– me me’nayê hê jî zelaltir kir; û li cihna jî me wezin û qafiyeyan ji berê çêtir kirin. Lê di vê çapê de nûtiyek din jî heye: Bi himmeta hevalên Nûbiharê, me nusxeyek din a Dubeytiyan peyda kir. Ev nusxe li Kutubxaneya Hisar a Îzmîrê, di binê numreya 550 de qeydkirî ye. Kitab bi xwe mecmûeyek ji Munacati Xwace Ebdillahi Ensarî û Rubaiyati Hekîm Omer Xeyyam û Rubaiyati Baba Tahiri Lori Hemedanî ye. Dubeytî di vê kitabê de di navbera rûpelên 106 û 117 de ne; ku hemû 57 Dubeytî ne. Yanî li gor nusxeya me ya ku bi sedan Dubeytî û çend xezel tê de hene, ev nusxe guldesteyeke zehf biçûk e. Nusxe bi destnivîsa Ebdissemed Tebrîzî di sala 1319’a Hicrî, meha Muherremê de (Mîladî 1901) li Stenbolê hatiye çapkirin. Me di vê çapê de, di dawiya kitabê de cî da vê nusxeyê jî. Me hemû Dubeytiyên vê nusxeyê bi Dubeytiyên me re dan ber hev û yeko yeko bi hev re muqayese kirin û ferqên di navbera wan de nîşan dan.
Yazar:
Baba Tahirê Uryan
Baba Tahirê Uryan
Yazar:
Sabah Kara
Sabah Kara
Çevirmen:
Sabah Kara
Sabah Kara
Tahmini Okuma Süresi: 5 sa. 54 dk.Sayfa Sayısı: 208Basım Tarihi: 1998Yayınevi: Nûbihar
ISBN: 9789944360845Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Resim