Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Helbest u Werger 1985-1997

Evara Zıvıstane (Cılda 3)

Fêrîkê Ûsiv

Evara Zıvıstane (Cılda 3) Sözleri ve Alıntıları

Evara Zıvıstane (Cılda 3) sözleri ve alıntılarını, Evara Zıvıstane (Cılda 3) kitap alıntılarını, Evara Zıvıstane (Cılda 3) en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ez û Tu.
Wekî dijmin bûn ez û tu Bi dilê dîn-dijmin Hatin rastî hevdu: Te hinek jehr da min, Min hinek derd û xem Û em ji hevdu qetiyan, Ji hev bi dûr ketin ez û tu
Sayfa 178 - Lîs
Ez ê sibehê por û guliyên xwe ye nermik ji te re çêkim, Bijang û birûyên çavê belek ji te re bi kil û kilçê kim. Ax lê kanê, kanê, kanê? Ez nikarim te ji bîr kim, Dilê tifal tesmîlî vî halê kaltîyê yê hêsîr bikim
Sayfa 285 - Lîs Basın YayınKitabı okudu
Reklam
Bizanibe
...Di wextê şuxul de dibim kelamper, Bizanibe wekî ji te hez dikim. Wextê ku mest dibim melûl texveger, Bizanibe wekî ji te hez dikim. Wextê bi heq, ne heq bi te re dikim şer, Bizanibe wekî ji te hez dikim.
Sayfa 83 - Lîs BasınKitabı okudu
Tu Wisa Rind î
Ji te re dibêjim "Xaliq û Xweda"ya min. Lê turiş nakim, lê turiş nakim, Ditirsim ku hêrsa Xaliq li xwe rakim, Xaliq seba min - wê xeberê, Min miqûf bike ji te dîlberê!
Sayfa 149 - Lîs BasınKitabı okudu
Mêze bikin li halê miletê Kurd
"...Qedîmî ne Kurd, Arî, xerîbdost. Ji xelqê xerîb me hez kiriye, Navê miletan bimbarek û pîroz Li ewledê xwe ezîz kiriye: Ûris me daniye navê kurê xwe, Çerkez û Çaçan, German, Ereb. Lê Ereb... agirê kîn û kirrê xwe Li raserî me kiriye bê rehm. Tirk darda dike, hebisî dike har, Qeyd dike zar û zimanê me, Nav û nûçikan li me dike bê ar Miletçiyên van qelp î kone..."
Sayfa 200 - Lîs
Bêxewî
Çeqîn e, reqîn - saet mîna aş, Dihêre vê şeva reş û dirêj. Dihêre, dicû bi zor û zehmet, Lê xelas nabe, bi ser hev de nayê Va arvanê han î hizêmet.
Sayfa 250 - Lîs