En Beğenilen Evara Zıvıstane (Cılda 3) Sözleri ve Alıntıları
En Beğenilen Evara Zıvıstane (Cılda 3) sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Evara Zıvıstane (Cılda 3) kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Wekî dijmin bûn ez û tu
Bi dilê dîn-dijmin
Hatin rastî hevdu:
Te hinek jehr da min,
Min hinek derd û xem
Û em ji hevdu qetiyan,
Ji hev bi dûr ketin ez û tu
Ez ê sibehê por û guliyên xwe ye nermik ji te re çêkim,
Bijang û birûyên çavê belek ji te re bi kil û kilçê kim.
Ax lê kanê, kanê, kanê? Ez nikarim te ji bîr kim,
Dilê tifal tesmîlî vî halê kaltîyê yê hêsîr bikim
"...Qedîmî ne Kurd, Arî, xerîbdost.
Ji xelqê xerîb me hez kiriye,
Navê miletan bimbarek û pîroz
Li ewledê xwe ezîz kiriye:
Ûris me daniye navê kurê xwe,
Çerkez û Çaçan, German, Ereb.
Lê Ereb... agirê kîn û kirrê xwe
Li raserî me kiriye bê rehm.
Tirk darda dike, hebisî dike har,
Qeyd dike zar û zimanê me,
Nav û nûçikan li me dike bê ar
Miletçiyên van qelp î kone..."
...Di wextê şuxul de dibim kelamper,
Bizanibe wekî ji te hez dikim.
Wextê ku mest dibim melûl texveger,
Bizanibe wekî ji te hez dikim.
Wextê bi heq, ne heq bi te re dikim şer,
Bizanibe wekî ji te hez dikim.
Ji te re dibêjim "Xaliq û Xweda"ya min.
Lê turiş nakim, lê turiş nakim,
Ditirsim ku hêrsa Xaliq li xwe rakim,
Xaliq seba min - wê xeberê,
Min miqûf bike ji te dîlberê!