En Beğenilen Evara Zıvıstane (Cılda 3) Gönderileri
En Beğenilen Evara Zıvıstane (Cılda 3) kitaplarını, en beğenilen Evara Zıvıstane (Cılda 3) sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Evara Zıvıstane (Cılda 3) yazarlarını, en beğenilen Evara Zıvıstane (Cılda 3) yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Wekî dijmin bûn ez û tu
Bi dilê dîn-dijmin
Hatin rastî hevdu:
Te hinek jehr da min,
Min hinek derd û xem
Û em ji hevdu qetiyan,
Ji hev bi dûr ketin ez û tu
Ez ê sibehê por û guliyên xwe ye nermik ji te re çêkim,
Bijang û birûyên çavê belek ji te re bi kil û kilçê kim.
Ax lê kanê, kanê, kanê? Ez nikarim te ji bîr kim,
Dilê tifal tesmîlî vî halê kaltîyê yê hêsîr bikim
"...Qedîmî ne Kurd, Arî, xerîbdost.
Ji xelqê xerîb me hez kiriye,
Navê miletan bimbarek û pîroz
Li ewledê xwe ezîz kiriye:
Ûris me daniye navê kurê xwe,
Çerkez û Çaçan, German, Ereb.
Lê Ereb... agirê kîn û kirrê xwe
Li raserî me kiriye bê rehm.
Tirk darda dike, hebisî dike har,
Qeyd dike zar û zimanê me,
Nav û nûçikan li me dike bê ar
Miletçiyên van qelp î kone..."
...Di wextê şuxul de dibim kelamper,
Bizanibe wekî ji te hez dikim.
Wextê ku mest dibim melûl texveger,
Bizanibe wekî ji te hez dikim.
Wextê bi heq, ne heq bi te re dikim şer,
Bizanibe wekî ji te hez dikim.
Evara Zıvıstane (Cılda 3)
Ya Xaliqê xemkêş
Jı vê xelqê dengbêj
Çawa 'bilmiş' bûne
Ew siltanêd koyne
Ew şipûkêd şerqê
Extîyarbirêd xelqê
Ew talyatêd xwînxur
Ew Enwerêd Kâfir
Reşîtêd reş u recal
Panturkîzma decal?
Evara Zıvıstane (Cılda 3)
Mîrê mîrov û meçêtirên Serhedê. Çend roj berê salvegera koça wî ya dawîyê bû. Dibe kesek tiral be, jêhatî be, şair an jî cotkar be. Dîya her xeysetî hewce ye Kurdayetî be. Em bi helbestên te pê hisîyan ku hesta netewî her kirin û gotinê hembêza xwe de dihewîne.
Fêrîkê Kurdan
Ji te re dibêjim "Xaliq û Xweda"ya min.
Lê turiş nakim, lê turiş nakim,
Ditirsim ku hêrsa Xaliq li xwe rakim,
Xaliq seba min - wê xeberê,
Min miqûf bike ji te dîlberê!