Ez Û Min

Omer Dilsoz

Sayfa Sayısına Göre Ez Û Min Sözleri ve Alıntıları

Sayfa Sayısına Göre Ez Û Min sözleri ve alıntılarını, sayfa sayısına göre Ez Û Min kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Ew cihê qurban bi qurbaniya xwe qesab jî bi qesabiya xwe memnûn be, li wê derê neduristiyek heye. Ji ber vê jî, divê carina bêhuzuri hebe, mirov hevdu bidine ber sing û tîran, heqdar li dû heqê xwe bikeve, neheq sernixwîn bibe û texterewanê keyayan bes li ser milên hejaran be."
Sayfa 34
Çi bu?
Min disa xwe diavête benê pirsyaran. Divê min zelal bikira nependiyên nav hişê xwe, çimkî tiştek hebû ez asê dikirim û rê li min digirtin. Dest û piyên min girêdida û nedihişt ku gavekê bi ber ve bihêm.
Sayfa 34
Reklam
Yaro, mirov heta pûç nebît, şîn jî nabît!
Sayfa 36
Bêdem û bêdeng bihêle û biçe.
Sayfa 37
Bi rastî hêvî çi ye?
Hêvî, berî her tiştî jinek e. Hêvî, ew çira ye, jiyan pê geş dibe. Bo jiyanê jî, ku mirov bi şilf tazî, bê berevanî, bê zanîn û hêzekê xwe di nav de dibîne; hembêzeke germ, aveke ron û hilm û bêhneke bihûştî, ber singa dayikê pêwist e. Ber sing çirûska ewil a hêviyê ye bo mirovî.
Sayfa 38
Nebêjin, ma gogeke kindir e ma çi ye? Ma deste cilekî nû ye ma çi ye, ma nanekî germ e ma çi ye, ma pêlîstikeke adi ye ma çi ye, ma peyveke şîrîn e -Lawê min, dilê min, ji te hez dikim-ma çi ye? Ne welê ye! Ev gelek gelek tişt in. Ev, tu yî, jiyana te ye û heta tu sax bî kul û kovana ser dilê te ye.
Sayfa 38
Reklam
30 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.