Bûhar borî û av kem bûn, Hizar bexçe li ber dem bûn, Payîz dihat û gul kem bûn, Weşandin belg û man xar e. Ne çîçek man ne zeytiîn man, Ne abîdet di xweşxûn man, Ne zozanet di rengîn man, Ne Nîsan û Adar e.
Îro ji dest husna hebîb
Sergeşte û heyran im ez
Min eşq û muhbet bûn nesîb
Sewdayê sergerdan im ez
Eşqê gelek sewda kirin
Bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin
Mûsayê Umran im ez
Mûsa ji dest husna bi nûr
Şîrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr
Nêzîkî remzê wan im ez
Remzê ku dê dilber bikin
Carek bi çeşman seyr bikin
Dê Kohê Qaf kerker bikin
Mecrûhê pir kovan im ez
Ah ji dest kovan û qehran
Min sebir nayêt li sehran
Şubhetê mewcên di behran
Qulzumê Umman im ez
Em dizanin ku Feqî bi saxiya xwe li gelek cihên welêt geriyaye û gihaştiye her dereke axa welêt. Lê ew bi ruh û canê xwe yê manewî, bi xiyala xwe û bi ilm û zanîna xwe gihaştiye Arîsto, gihaştiye Hîpokrat û Eftaton.