Dilo Rabe
Dilo rabe dilo rabe
Veke çavan ku êvar e
Nezan û bes di xew da be
Bi newmê ra mebe yare
...
Eya bê kesê bê xîr e
Yeqîn eqlê te texsîr e
Te ya can da bi ya pîr e
Tu dest jê berde sehhar e
Dilo ya pîr bi kêr nayê
Eger aqil û zanayê
Mebe yoldaşê dunyayê
Ne yoldaşek wefadar e
Dinê xelqno bi kê maye
Belê qenc e û mezra ye
Ji xêran ra Xwedê daye
Xebatkar bin ku ev car e
...
Feqiyê Teyran
Şerê Dimdim
...
Subhê roja şeran e
Bik'ne axir zeman e
Dest-i li sîngan dane
Serê me d'qebza Xan e
Di qebza Xan e l'meydan
Bif'kir'ne şêremerdan
Hem'yan ku ev xeber dan
Şehîd bûn dinyê berdan
Dinê berda 'ewanan
Le'net bî l'kal û canan
Vêkra biç'ne sekmanan
'Ecem nekin emanan
Subhê çûne 'Ecem e
Esker rûbar û çem e
Di pêş tê Xan Edhem e
Girtin dora dimdime
...
Feqiyê Teyran
Îro Girya Me Tê
Nîşan û xalê fulfulîn
Min heyf li zulfa kagulîn
Hatin ku em jê dest hilîn
Hêj nagirin em 'îbretê
Paşî wan xal û nîşanan
Qet nayê bêhna rihanan
Ji mihnetê êş û janan
Tên ji narê firqetê
Feqiyê Teyran
Îro Ji Eşqa Sorgulê
Vê dilberê l'min kir 'etab,
Ewr vedan bûme kebab,
Lew mam di nêv zecr û ezab,
Heta niho vê sehetê.
Heta niho dil şewitî,
Cerg û hinav min peritî,
Lew aşiq li erzê perpitî,
Wek masîyê bi dêmê ketê.
Ez kuştim çavên belek,
Bêhal kirim zulfên helek,
Nalîn ji min çûne felek,
Qet kes hana min netê.
Feqiyê Teyran
Şerê Dimdim
...
Şehîd bin terka dinê kin
Navekî j'xwe ra çêkin
Bes e kelê asê kin
Rabin vêkra hew lêkin
Rabû Xanê Zêrînzende
Subhê vekir derbende
Xelqê cindî dixwende
Reşandin zêr û qend e
Zêr û xil'et da wane
Kamil ku bû dîwan e
Go: Her çî bi îman e
Subhê wer'ne meydan e
...
Feqiyê Teyran
Dîsa bi xêr hatî bihar
Evan teyran awaz digot
Şehlîl û bilbil bûne cot
Ewan işqek li min firot
Dîsa bi xêr hatî bihar
Xuşxuş were eya bihar
Çûm di nava baxê gulîzar
Ez dîn kirim işqa bihar
Dîsa bi xêr hatî bihar
Biharekî bi rengîn e
Derê işqê digerîne
Qelbê me kir'ye birîne
Dîsa bi xêr hatî bihar
Feqiyê Teyran