Gava Ku Masî Tî Dibin kitaplarını, Gava Ku Masî Tî Dibin sözleri ve alıntılarını, Gava Ku Masî Tî Dibin yazarlarını, Gava Ku Masî Tî Dibin yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Zarokatiya wî, sêwîtîya wî, xwendin û şer, Rênas û xewna li pey xwe hiştibû, jêkirina lingên wî, qehir, kîn, nefret, xezeb û hêrs, hemû di hundirê wî de li nava hev diketin gava gihîşt ber derîyê sînorê navbera Qamişlo û Nisêbînê.
Gava xwedê milet û welat lî hev par kirin, Kurd ji bîr kirin.
Dawiya şeveke zivistanê, Xwedê Kurd di xewê de dîtin.
Ji xewê veceniqî û rabû, çiya çêkirin.
Dîtina marekî, yan pêvedan, yan rev, yan jî kuştinê bi xwe re têne. Evîn jî wisa ye, mirov dibêje qey tine ye, lê piştî ku jehr dikeve nava xwînê, êş, yan kuştin rû dide. Mirov nû bawer dike ku evîn heye...