Gotinên Gunehkar sözleri ve alıntılarını, Gotinên Gunehkar kitap alıntılarını, Gotinên Gunehkar en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Ji bo min ne girîng e ku hûn kî ne, hûn çi ne, ji kîjan êl û ehlî ne... û herweha ji min jî nepirsin bê ez kî me, ez çi me û ez ji kê me. Ji ber ku di wersira hebûna merivan de xêra van etîketan tuneye. A girîng ew e ku hûn pê bizanin anuha dergeheke welê li vê dunyayê heye û em lê dijîn, em pê dixapin. Hinek dibêjin ev yeka, ji ber nexşîniya kerametên Xwedê ye. Lê êdî hûn û bawerîya xwe, êdî hûn û têgêhiştina xwe. Tenê, min ê çi bigota... ji we re bibêjim."
Ez ji Mesîh şikiyam, ji Xwedê sar bûm. Serwext bûm ku xêra wan tuneye, wekî din jî cîhekî bi navê dojehê tuneye, serwext bûm ku dojeh tenê rewşek e, weke wê rewşa li pişt dêra Ezîz Gevorg... li wir meriv banî Xwedê nake û meriv daxwaza dilovaniyê jê nake... li wir, li dojehê meriv ji Xwedê nefret dike ku wî çima însan û ji însanan jî zalim afirandine.
û herweha... çawa ku di daxwazên mêrekî sermest de cudayiya jineke helal û heram namîne, di bawermendiyê de jî ji bo min ferqa olan nema. A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêviya min golik, baweriya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik...