Sayfa Sayısına Göre Helale Sözleri ve Alıntıları

Sayfa Sayısına Göre Helale sözleri ve alıntılarını, sayfa sayısına göre Helale kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
“Da tu dîsa bijî, nola guleke çilmisî di guldankeke bêxwedî de ku destekî birehm wê av bide”
Dema dinya dibû êvar, bêhna Helaleyê teng dibû û dema bêhna wê teng dibû, dinya dibû êvar.
Reklam
“Dema dinya dibû êvar, bêhna Helalyê teng dibû û dema bêhna wê teng dibû, dinya dibû êvar.
Bêhntengî ji bîranîna kesekî peyda dibe ku divê li ba te be lê ne li ba te ye.
"Tu dikarî ji bîr bikî keça min, tu dikarî. Ax mirovan dide jibîrkirin."
Kîjan ax mirov dide jibîrkirin, yadê? Ew sê çar selikên axê ku termekî pê dinixumînin an ew erda pehn û berfireh ku bi hezaran çiya û şax û deşt û dol û çem û tew derya jî li hembêza xwe girtine? Bi dehan û dibe ku bi sedan memleket hembêz kirine? Kîjan ji wan mirovan dide jiberkirin, yadê? Ew bosta axê ya li ser gora Brahîmok an ev bi hezaran kîlometrên di navbera min û te de?
Sayfa 16 - AvestaKitabı okudu
Reklam