En Eski Helale Sözleri ve Alıntıları

En Eski Helale sözleri ve alıntılarını, en eski Helale kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ev qedera te ye Helale ku xençerek çiya bi çiya, bajar bi bajar û welat bi welat bi dû te keve ta li vir, li Stockholmê, li taxa Flemingsbergê, qata çaran a avahiya hejmar 18 di sînga te de biçike.
Heme Reşîd Axa ji tiştekî din ditirsiya. Ji gefeke din. Ditirsiya ku zarokên wî pişta xwe bidin welatê xwe, bidin partiya xwe, bidin rêbaza bavê xwe ku ji bona wê zindan û îşkence û koçberî dîtibû.
Reklam
Şêrzat digot:"Pirsgirêka me ya mezin ew e ku em hatine guhertin. Ji bîra me çûye em xelkê ku ne û me pişta xwe daye welatê xwe û exlaq û reftarên xelqê welatê xwe." Digot: "Em bi awayekî beloq û kirêt çav li xelqê vî welatî dikin ku ne welatê me ye."
Şêrzad digot: "Sedama sereke ew e ku jinên penaber, bi taybetî jinên penaber ên welatê me gava piyê wan bigihe vir tên guhertin. Dema destê wan diçe berîka wan û hewcedariya wan a diravî bi zilamên wan namîne, êdî rêz û hurmeta mêr û malbata wan ji bîra wan diçe û pişta xwe didin wan hemû tiştan.
Diya wê serê xwe dihejand û digot: "Ji wan gotinan bawer neke keça min. Bi dirûvên însanan nexape. Tu hîn zarok û bê tecrûbe yî. Tu nizanî çewa kîvroşkeke nerm û nazik û bê ziyan ji nişka ve dibe jûjîyekî gij û zivir. Çewa mîheke belengaz dibe gurekî har û dirinde. Çewa giyanên bi dirûv perperokî dibin moz û şandelîk, dibin dûpişk, dibin mar, marên heft serî, dibin ejdeha..."
Mêrê rojhilatî ti carî nikare çîroka dildariya jina xwe qebûl bike, tew heke ew çîrok di raboriyê de jî qewimîbe û qehremanê wê jî kesek ku di raboriyê de miribe.
Reklam
40 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.