Janya
tanrı ve zaman yanlış hatmedilmiş
kiliselerin çanları sağır…
minareler kısa…
dekolte doktrinler giyinmiş abdal…
geç kalmış, geç yağmış yağmurlarla dolmuş
sarnıçlar, yırtıcı bir neşter darbesiyle, bulanmışlar
nükleer sevdalardan olan kuleler, rokoko kristallerle
süslenmiş tünellerde lime lime olmuşlar, bikes düşlere
darılmışım,
Mirovahiya xav û şil radixim li ser riha xwe
a ku min ji şînê berdaye
dibe qerqîtik jî naşibe tu camêrî
ji girêza mêrkujan gav nayên avêtin li kuçan
. . . û kurdistana min rakişandine çarmîxê
mîna îsayê kurê xwedê. . .
bi sê telaqê bêfitwe kurdistana min
ez ê gemara li ser te
bişom bi xwêdana eniya helbestên xwe
heger hîvrona bûk,
dernekeve jî di şeva xwe ya ewil de bakîre. . .
Belkî nebim xwedî zaro
Lê spermên xwe yên îro
Di pêşerojê de zarok diramim
Yek jê keç
Û yek jê kur
Keç hunermend
Û kur zanist
Herdu jî
Niştimanperwer
Cîhanperwer
Û evîndar biqasî bavê xwe
Rênas Jiyan’ın şiirleri damarlarımda dolaşıyor, ruhumu lime lime ediyor..
ji xewnên bêxwedî xeyîdîme, pekiyame û hatime janya,
ji nalînên min re vokalîstiyê bike
(ji qevmê pezkoviyan re xew heram e)