"Rah" xwedavendekî Fer'ûnî bû, rojekê ji rojan çavekî xwe winda kir û da ku dîsa çavên xwe bidest bixe herdu kurên xwe şandin ku li çavê wî bigerin. Dema vegera wan gelekî dirêj kir "Rah" ji xwe re çavekî din dît. Piştî demekê çavê wî yê berê lê vegerîya û dema dît ku cih jê re nemaye,giriya. Dibêjin ku ji hesrên wî çavî mirov hate afirandin, paşê ew çav ber bi ezmanan ve bilind bûye û ev hîva ku em dibînin ew e..