Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Jineke Mirî Li Cihangirê

Jana Seyda

Jineke Mirî Li Cihangirê Gönderileri

Jineke Mirî Li Cihangirê kitaplarını, Jineke Mirî Li Cihangirê sözleri ve alıntılarını, Jineke Mirî Li Cihangirê yazarlarını, Jineke Mirî Li Cihangirê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Rojekê dema tu li xewnên xwe yên bihurî bizîvirî Ewên ku qurt bi qurt ji temenê te vexwaribûn Bigrî bigrî Firuze Bigrî û ji wan re qise bike tu ewçend bedew bûyî Tu carcaran weke ava zelal î...weke volkanê yî Carcaran jî bayekî dîn î... Raweste Firuze ,çima dilezînî...
Sayfa 141 - AvestayayinKitabı okudu
Dema jinek ji jinekê didexise ,ji bilî xwe her jinê bedew dibîne,her jinê hêjayî wî mêrî dibîne û li kêmasiyên xwe digere.
Sayfa 131 - AvestayayinKitabı okudu
Reklam
Mirov xemgînîya xwe li ser du tiştan ava dike; rojên wî yên ku bihurîne û rojên wî yên ku dê werin û bi vî awayî mirov dev ji roja xwe ya îro berdide,dev ji vê kêlîkê berdide; kêlîka ku divê tê de bextewer be an ne bextewer be,mijûl be ,şad an xemgîn be.
Sayfa 129 - AvestayayinKitabı okudu
Min dixwest jê re bêjim ku ez dixwazim xwe bînim bîra xwe,ez ji xwe winda bûme û gelo rêbazek heye ku ez bikaribim xwe li xwe vegerînim an xwe nas bikim.
Sayfa 129 - AvestayayinKitabı okudu
Divê mirov li ber tiştên ku jiyana wî asteng dikin raneweste.
Sayfa 126 - AvestayayinKitabı okudu
Negrî evîn giryan neke Destmala reş girê nede Rengê reş zû diçilmise Evîn Tu dilê min kul neke
Sayfa 122 - AvestayayinKitabı okudu
Reklam
Mirov çi bûnewerekî ecêb e Dilber,min di gelek pirtûkan de jî ev tişt xwendibû ,lê min bawer nedikir heta hat serê min ; mirov kesê herî nêzî xwe , yê herî delalî li ber dilê xwe, yê ku bi reng û bîn û hilma wî ji hev derdixe , yê ku bi awirekê an livandina lêvekê her tiştê wî fêm dike ; dema jê dûr dikeve û sal di ser re derbas dibin tiştekî ji wî kesî nema nas dike ,ji bîr dike,ew tiştê ku min gotin tev berze dibin, lê belê wateyên wan tiştan dimînin; dema şêweyên dest têne jibîrkirin hest dimînin û dema rengê çav tê jibîrkirin nav dimînin, lê ew mirov diçe...
Sayfa 118 - AvestayayinKitabı okudu
Mirov rojê carekê tê guhertin; doh hez dikir îro hez nake,doh sax bû îro mirî ye. Fikrên mirovan fîzîka wan ,awirên wan,hest û evîn û kîn û vîna wan her di guherandinê de ye.
Sayfa 116 - AvestayayinKitabı okudu
Mijar ew e ku ez jiyaneke wiha naxwazim û pêşerojeke wiha qebûl nakim,ez ji wan nakokiyan rizgar û azadiya xwe li gorî fêm kirine xwe ye jiyanê dixwazim,ne li gor fêm kirine kesek din.
Sayfa 116 - AvestayayinKitabı okudu
Zagona rakêşanê bi vî awayî pêk tê: Tu yê tiştekî hêvî an daxwaz bikî,weke ku pêk hatiye. Divê tu di wê bawerîyê de bî ku tê her tiştê ku tu daxwaz dikî pêk werin. Divê tu amede bî ji pêkanîna wan daxwazan re. Divê tu spasiya gerdûnê bikî li ser vê dayînê ,da ku carene din jî bidê te. Lê belê... Tevî ku nav lê dikin "Zagona Rakêşanê", hê ew teoriyek e nehatiye teqezkirin û zanistê navê zagonê lê nekiriye.
Sayfa 112 - AvestayayinKitabı okudu
136 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.