Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Jineke Mirî Li Cihangirê

Jana Seyda

Öne Çıkan Jineke Mirî Li Cihangirê Gönderileri

Öne Çıkan Jineke Mirî Li Cihangirê kitaplarını, öne çıkan Jineke Mirî Li Cihangirê sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Jineke Mirî Li Cihangirê yazarlarını, öne çıkan Jineke Mirî Li Cihangirê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
144 syf.
·
Puan vermedi
Jineke Miri Li Cihangire
Bi gelemperî dema ez nivîsên nivîskarên jin dixwînim bivê nevê pêşî bala min diçe ser zayenda lehengên wan. Bi gotineke din meraqa min ya "Gelo lehengên nivîskarên jin jî bi gelemperî mêr in an ew jî weke nivîskarên zilam ji aliyê empatiyê ve qels in?" -helbet ne hemî nivîskar- ji ber ku ez jî li gor xwe bi nivîsandinê mijûl im û dîsa li
Jineke Mirî Li Cihangirê
Jineke Mirî Li CihangirêJana Seyda · Avesta Yayınları · 202125 okunma
Gelo çima jin xwe makyaj dikin? Çima rastiya rûyê xwe di bin qateki sexte ji derman û produktan vedişêrin?
Reklam
144 syf.
·
Puan vermedi
gelo
Pirtûk bi du çîrokan despêdike û herdû çîrokan jî li rex hev didomîne , mîna du herqên avê .. Jana Seyda hûnaka çîrokê hêdî hêdî giran giran dimeşine û bi aveyekî zehf xweş , zehf dilşewat bi hev ve girêdide paşê herdû çîrokan jî dike yek çîrok. Zimanê novelê, te aciz nake , serê te tevlihev nake û zelal zelal diherike. Paşeroja qehremanê me (dîlber) ji jiyana dapîrê wê digire heta jiyana bavê wê û paşê jiyana wê bi xwe, yek û yek ji me re qal dike rabirdûya qehremanê me di serê me de diedilîne û paşê meseleyê didomîne.. Di romanê de tenê li ser meseleya xwe nasekine carcaran jî rastiya civaka me resmdike xwe jî civaka aktûel .. Mînak , kurmanciya Wanê , kafeyên stenbolê , têkiliya jin û mêran li gorî erdnîgariyê.. Jana Seyda Xanim Bi meraqeke zêde kitêbê li me dide xwendin û di dawiyê de pirsên di serê me de gişkan dibersivîne û meseleyê safî dike Qelema wê neêşe û keda wê sax be Lê jana seyda du heb “GELO” ji min re hîştin . 1.gelo em paşeroja xwe bizanin bo me baş e an nezanin? 2.gelo mirovên bîrewariya xwe windakirî birastî jî bişans in ?
Jineke Mirî Li Cihangirê
Jineke Mirî Li CihangirêJana Seyda · Avesta Yayınları · 202125 okunma
Bila keçik piçûk be , xweşik be û jina mala be! Pîvana standart ya keçeke li ber zewacê di welatê me de: Xweşik be ji bo dilê herkesî bibije wê û wî mêrî xwedî şensekî mezin bibîne ku ev bedewî tev a wî ye ne ya kesekî din e, piçûk be ji bo bikaribe şehweta mêrê xwe demeke dirêj têr bike zarokan jê re bîne û li ber wî bihilhile û jina mala be da ku karên xwarin û paqijî û mêvanan bike.
Sayfa 46 - AvestayayinKitabı okudu
Rojekê dema tu li xewnên xwe yên bihurî bizîvirî Ewên ku qurt bi qurt ji temenê te vexwaribûn Bigrî bigrî Firuze Bigrî û ji wan re qise bike tu ewçend bedew bûyî Tu carcaran weke ava zelal î...weke volkanê yî Carcaran jî bayekî dîn î... Raweste Firuze ,çima dilezînî...
Sayfa 141 - AvestayayinKitabı okudu
Di serdemên berê de dema mêr birçî dibûn û xwarin tunebû ku bixwarana, zarokên xwe dixwarin, lê dayîkan êdî nema ev dîmen tehemûl kirin,nema qebûl kirin ku zarokên wan wiha li ber çavên wan bêne xwarin, wan erka xwe ya xwezayî dikirin û bi hemû hêrs û hêza sirûştî ya dayîkbûnê zarokên xwe ji nav devên bavan derxistin û ew dikûştin û bi saya wî şerê dijwar yê ku dayîkê li hemberî bav kiribû; bav hîn bû ku ji zarokên xwe hez bike,wan perçeyekî ji xwe bibîne û bi wan şa bibe ne wan bixwe...
Sayfa 45 - AvestayayinKitabı okudu
Reklam
Zewac, ew qedera ku herkes lê digere, lê difikire û xeyalan li ser xeyalan ji bo wê ava dike, lê dawîyê weke mirinekê, weke jidayîkbûnekê diqewime.
Sayfa 48 - avestaKitabı okudu
Têkiliya jin û mêr li welatên me li gorî şerîetê ye, şerîet jî dibêje ku ragihandina jin û mêran heram e, hebûna wan di deverekê de bi tenê heram e ,nerîna wan li hevdû heram e, dengê jinê têkeve guhê mêr heram e, destên wan bigihîjin hevdû heram e. Ayet û Hedîs jî vî tiştî teqez dikin û dibêjin dema ku jin û mêrek têne ba hevdu yê sêyem di navbera wan de şeytan e.
Sayfa 83 - AvestayayinKitabı okudu
"Nav gotin in û gotin bê fêde ne, çavên me navên me ne".
136 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.