...weke gelek kesan wî jî hebûna hêzeke bi navê yezdanê dilovan, bi navê Xwedê di dereke serê xwe de bi cî kiriye, di felsefa ola Zerdeştî de başiya Ahura Mazda û xirabiya Angra Manyû bihîstiye, bihîstiye ku Bûda di şîretên xwe de ji şagirtên xwe re: «Hûn bi xwe ji xwe re bibine ronahî.>> gotiye, ji nêzîk ve dîtiye ku bi hezaran, bi mîlyonan merivan dane ser riya ola mesîhî, di rûpelên rojane de weke bûyerên rojê şer û kuştinên ji bo ol û pêxemberê herî dawîn xwendiye û hew.