Subh û êvarî şeva tarî şemala kêyî tu
Leyletul Qedr û Berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn bala kê yî tu
Bo Xudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
....
...
Ger tu nazik sorgul î
Ez bilbilê mestane me
Horiya reş kakul î
Ez aşiqê dîwane me
Horiya firdewsa alî
Qumriya baxê cemal î
Ger tu şem’î wer şemal î
Ez eceb perwane me
Xwoş şemal î mîhr û mahî
Nazika ebrû siyah î
Ger tu şah î padîşah î
Ez xerîbê xane me.
Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu
Bo Xudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitep e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
El-wefa bê wesl û canan xemz û naza min nehat
Ya tu qelbê ‘aşikan î gulnîgara min nehat
Mam di qeyda derd û daxan, xemxusara min nehat
Subhê nabît wê şevê dengê minara min nehat
Hêvîdarê subheyê bangê minara min nehat.