Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Menzûmeya Tecwîdê

Mele Xelîlê Sêrtî

Menzûmeya Tecwîdê Hakkında

Menzûmeya Tecwîdê konusu, istatistikler, fiyatları ve daha fazlası burada.
0/10
0 Kişi
Okunma
1
Beğeni
258
Görüntülenme

Hakkında

Ji kûrahîya ilmên dînî û di warê tewcîdnasîyê de pirtûka yekem ku bi Kurdî hatiye nivîsîn ev berhem e. Ev kitêba ku di destê we de ye berî nêzîkî du sed û pêncî salî hatiye nivîsîn û heta niha jî veşartî mabû di nava gencîneya klasîkên Kurdî yên olî de. Ji rêbazên xwendina Quranê bigire hetanî şiklê xetên Mishefan bi awayekî nezmî rêz kiriye. Seyda Mela Xelîlê Sêrtî bi vê menzûmeyê tecwîda Kurdî şîrîntir û şênbertir dike. Her wisa Seyda bi vê metnê girêdana ekola qariê mezin û Kurdê navdar Îbn-u Cezerî jî dertîne holê ji bo ku xwendevan tehma Kurdewarîyê hîn bibe. Êdî xwendevanên Quranê ji vir û pê de wê dengderketin û sifetên herfên Hecaê bi awayekî zelal binasin. Ji lew re divê medreseyên Kurdan xweş xwendina Quranê ji nû ve hel bikin û vegerin ser bingeha xwe ya esîl ku bi salan e ev hîmê han ji nav me rabûye. Her weha sekin û îşaretên ser ayetan jî bi awayekî ronî datîne ber sifreya me ji bo em nesîb û para xwe jê bigirin. Di olnasîya Kurdî de cihekî cuda bi vê berhemê tê meydanê, ji bona xelekên klasîkîyê bêne şikandin û ji çar alîyan olnasîya Kurdî xurtir bibe.
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 9 dk.Sayfa Sayısı: 76Basım Tarihi: 2016Yayınevi: Lis Yayınları
Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak
Türler:
Reklam

Yazar Hakkında

Mele Xelîlê Sêrtî
Mele Xelîlê SêrtîYazar · 4 kitap
Mele Xelîl di sala 1754'an li Hîzanê hatibû dinê. Ew endamê malbateka ku gelek alim û zana derxistibûn. Bavê wî Mele Hisen û kalê wî Mele Xalîd jî zanayên dînê Îslamê bûn. Di salên xweyên biçûk de li cem bavê xwe dest bi hînbûna, Qur'anê kiriye. Li bavê xwe şunda li medreseyên din jî ders helgirt û îcazeta xwe ji medreseya Îmadiyê ji Mele Mehmûdê Bahdînî girt. Ji pê re wî meyl û şop da sofîtîyê kir û êntîsaba yek ji şêxên qedirîyê Şêx Ehmed Reşîd kir û di terîqetê de derbaza mertebeyên terîqetêyê pêşin bû. Ew li ser fiqih, hedîs û tefsîrê pêşve çû û li medreseyê Meydanê penc salan ders dan. Pê re koça hêlê Sêrtê kir. Wî dest bi nivisîna helbestan ji pê der xistina fermanekê bo birayî xwe Mele Îsmaîlê Hîzanî re dike. Wî di sala 1843an de wefat kir. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûkên ku di medreseyên Kurdan de dihatinî xwendin nivisîbûn