Eşkere bû ku zelzelekê di mêjiyê min de pêl dida. Zelzeleke ku min baş fahm nekir ka çi ye... Rê, xaçerê û qelşên zelzelê ku her diçûn fîrehtîr dibûn, ez tev li hev dîkirîm. Min baş fahm nedikir, lê ez bawer îm li wê derê, di nav rê û xaçeriyên zelzela mêjiyê min de keser û zar, heyecan, jan, xemgînî û kêfxweşî hebûn. Belê, zelzele, zelzela hîsên cûrbecûr bû. Hîsên têvel ku ketibûn nav hev...