Mirina Kalekî Rind

Mehmed Uzun

Mirina Kalekî Rind Sözleri ve Alıntıları

Mirina Kalekî Rind sözleri ve alıntılarını, Mirina Kalekî Rind kitap alıntılarını, Mirina Kalekî Rind en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Çiqas rast e, ew qisa ku dibêje «jiyan tabloyeke rengîn e ku bi rengên xweşik yên tesadufan ve hatiye neqişandin» çiqas rast e...
wa bihar hat tu bi kû da çûyî hechecîkoo :d
Piştî payiz û zivîstanê, biharekê din jî hat. Lê, hechecik wê biharê jî nehat. Çima, çima? Gelo tiştekî lê qewimîbû, dilê wê yê hûr rawestibû? Derd û keseran lê rê gîrtibû? Wê dev jî mihacîrtiyê berdabû û nik hinekên ku jê hez dikir, bi cîh bûbû? Hingê çima ne li nik me? Çima ew nedihat?
Meriv nikare hinek hîs, pejn û demên ku hatine jiyîn, bi dû re, bi peyvan vejîne. Wisan dixuye ku meriv divê wan bijî û bi tenê ji xwe re, belê bi tenê ji xwe re veşêre. Mixabin, hêza peyvok û cimlan hê negihîştiye wê katê ku ew bikaribin her tiştî ji nû ve biafirînin û bînin pê.
Peyv
Bi tenê peyv û cimle dikaribûn min ji ew cîhana derve ku dijminê xatire, xewn û bîranînan e, biparêze. Peyv, bi tenê peyv dikaribûn alîkariya min bikin da ku ez li hember pêlên dijwar yên ba û bahozên jibîrkirinê rawestim. Bi tenê peyv dikaribûn ji min re bibin çeper û kozik...
Lê, şev bû. Her tişt di nav bêdengiyeke bi keser û dîlsoj de bû. Heta stêrkên şeva reş ku ji me re dibişirîn jî -meriv digot qey- strana xerîbiyê bi awakî zîz û kezebxur digotîn.
Em bi xwişkên cêwik; bi tirs û xurtiyê ve kêfxweş, dilşad û serfiraz dibin...
kengî yabo kengî :d
Lê, di demeke kurt de hêviyên nû dewsa hêviyên kevn û şkestî girtin...
Ez ji kû dizanim!.. heye ku xewna min hîs û daxwaziyên ku di heş û mêjiyê min de xwe veşartine, dianî zimên...
Lê min tiştekê nedihesiband û ji bîr dikir; eger dawiya vê rêwîtiyê nehata, ew her û her bidomiya! Lê eger vegera rêwîtiya min tunebûya? Eger ez nikaribûma dîsan vegeriyama cîhana xwe!.. Hingê?..
250 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.