Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike Gönderileri
Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike kitaplarını, Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike sözleri ve alıntılarını, Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike yazarlarını, Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Were barkeyn, çavêt belek em hêlayn
...
Were Dîcle!
Were rûbarê dîn û har
Were barkeyn ji vî warî
Ne ez evro xudan yar im
Ne tu evro xudan yar î
- Kî ve barkeyn û agirê xerîbiya
Evroke yê di sîngê min da bûye çiya
Kî ve barkeyn û ez rûbarekê har im
Mehîneka bê lixav û bê hefsar im
Kî ve barkeyn?
Min hemî kovan û birîn
Evro bar in
Li xopana vî warê germ
Min du çavêt reş û belek
Welat û kovan û yar in!
Mueyed Teyib
Çavêt te
Çavêt te yar
Du çeper in
Du senger in
Mijûlanikêt te tivengêt lûlî-kel in
Hê hê perî!
Bihêle, bihêle
Ez di xendeka çavêt te da
Wekî Emê Gozê bijîm
Lê ne bo mêraniyê û hind
Navê min biçît bajêr û gund
Belku
Bo
Jîneka bilind
Mueyed Teyib
Jêrenot:
Mijûlanik: bijang
Jêrenot:
Jinek ji Tirî
Her gaveka,
Ez te dibînim,
Bi te mest dibim
Ez nizanim,
Tu jin î
Yan cameka tije mey
Adem..
Ji axê çêbûye
Iblîs..
Ji agirî
Ez..
Ji keviyeka berfê û
Tu jî
Diyare ji ûşiyekê tirî
Mueyed Teyib