Ev dinya, ev girav jî wek hûndirê vê otobêsê genî, xalî û bêwate bûye; em ji her derê xewle û dûr mane, û dibêjin qey em diçin pêş; tu şikil û reng ji vî halî durist nabin.
Ne rast e û ne heq e ku em bikarin her tawan û nebaşîyê bikin, çima, xwedêgiravî ji ber ku jîyana me bi xwe berdêla her gunehî ye. Ev zikê me têr dike, lê dilê min têr nake.