Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî kitaplarını, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî sözleri ve alıntılarını, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî yazarlarını, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
di "Destana Şerê Rizgariyê" de Memet heye
Nazim jî pesnê Memet vedide:
-Mehmetçîk Memet-
piçek merhamet!..
evqas mêrxasî, evçend rûmet
hemû ya Memet e, Nazim Hîkmet?!
Dêrsim Dêrsim
Her dever bi rizde û mirr, çiyayê Tûjik te dîtiye?
Dêrsim Dêrsim bilûran de êşa Dêrsim te bihîstiye?
Vê biharê xec venebûn, ji nefelê pel weriviye
Lîlozan reng qet venedan, Mûnzir sor sor herikiye
Gulan berî hezîranê d' geliyan de şîn daniye
Singoyên Rom de mendal im, biratî sor perpitiye
Rizê b' şaşik, Besa b' xeftan, Elîşêrê m' nemiriye
Raze Xerpût, nesûhire! sihara te têr sêpî ye
Megrî Dêrsim, Dêrsim menal, xaka min şûnşahî ye
Serhildan e, berxwedan e... mirin îro bi tilîlî ye
Adara ar û agiran Kawî, Qadî, Seîdî ye
Çarde dem duwazde wext îro Zozan, Botan, Dêrsimî ye
Arjen Arî