di "Destana Şerê Rizgariyê" de Memet heye
Nazim jî pesnê Memet vedide:
-Mehmetçîk Memet-
piçek merhamet!..
evqas mêrxasî, evçend rûmet
hemû ya Memet e, Nazim Hîkmet?!
min dixe rê newaya stiranê
mîna tu bê pêrgîniyê, bi coş
azadî rind, tu rind, çiya bilind
balifa min taht e, dotmam
keleşa min raht e, dotmam
rûyê te sed şoreş in
xewna min qaht e, dotmam
Zimanê min, gotinên min ên şevên tarî ku bêdeng li ser kaxiza direşiyan, diviya kilîd bişkanda. Gotinên şevên Şamê diviya birînên zimanê Kurdî yên xedar bicebirandana...
Na na laşê min hê germ e
Ez hê hîşyar im min nehêlin
Rondikek di çavê min da maye
Ez hê nemirî me
Va dayîkek diqîre, dengê wê sizîyek dixe di nav laşê min
Kanê dayîka min? dibe ev dayîka min be?
Keserkûr, bêxal, cemidî...
Çima dengê min hûn nabihîzin 🥀