Salar û Mîdya kitaplarını, Salar û Mîdya sözleri ve alıntılarını, Salar û Mîdya yazarlarını, Salar û Mîdya yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bes e şiyar bin ji xew dilovan
Bibin wek bira axa û şivan
Rê bidin millet berê şiyar bî
Ta kengî wesan kêm û hejar bî
Ji xortên nû re çêkin xwendegah
Da zû şiyar bin bibin bi agah
Hêvî dikim çê guh bidî peyvê
Wa xelk bi sarûx gîhane heyvê
Ta kengî kurdê bindest û bê nan
Ji dijminan re şivan û gavan?
Gelek hêja ne navdare kurmanc
Wan da serê we ev kulah û tac
Kê ava kirin ev xanên bilind?
Kê pêk anîne ev bajar û gund?
Ma kê rakirye ev çol û beyar?
Kê xwedî kirne ev bax û gulzar?
Bes e şiyar bin ji xew dilovan
Bibin wek bira axa û şivan
Destê min kêşa ez rakirim zu
Bi jor de hildam wê, herdu ebru
Dema ez rabûm, gîhame ber dev
Biskê ji miskê, li rû kirin şev
Ketim gomana hemî reş û kûr
Ne dem, ne cî man dinêrim li dûr
Destê xwe danîn li ser milê min
Ji dil derketin derd û kulê min