Gotinen Ku Li Reburiye Hatine Gotin
nikarim berdim
geştâ li etleza helbestê ya razbar
her jiyîna veşartî her bi wî awayî
kedera çolistanê kesera avê
xezalên mirî
li miyandaw peyvan a dilê min
digihên şopên xwe
pevyeke kevin
berkeniya maran e êdî
berkeniya gerisî
pevyek e li rêbûriyê hatiye gotin
- kesera ku nayê berdan
paşê
bagera ji ber xwe mayî
didî bi pêşnumaya nexşeçolistanekê -
tê digihîjî tu têk çûyî
dibî katibê şopên xwe
qesasê serê kelaxên peyvan
çolistana li nava te vediguhere obsîdyenê
dimirin xezal
berdidî dev ji
yên ku tu nikarî dev jê berdî