Sed mixabin çû ji bal min ew hebîba çavbelek/ Ah û efxanim şev û rojan tiçin hetta felek/ Wê ji feryadê di min ‘aciz dibîn îns û melek / Mam di qeyda dax û derdan paşî wan zulfêt helek / Ger bizanim ez di heşrê da ne nebînim dilberê/ Dê çi lê kem cenetê, pê wer bikem xakisterê