"Qehpe ne ewên dibêjine min:
Dan û mûrî birayê hev in
Qehpe ne ewên dibêjine min,
Xwîn û zêlû birayê hev in.
Masî û çengal,
Mişk û çewal,
Dest û derzî birayê hev in.
Qehpe ne ewên dibêjine min,
Kindir û stû
Cozan û mû birayê hev in."
Welatê min!
Tu wek perdeyî li ser çavê'm.
Tu wek mij î,
Te ji çarmedor ve dorpêç kirime.
Tu neynik î-
Di nav te de
Hemû dinyayê dibînim.
Tu perjin î-
Ji ber te tiştek babînim:
Ne çiya dibînim, ne erd...