Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Hemû Berhem Berg 2

Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min

Ebdulla Peşêw
Kenîna min, girînek e, Bişirîna hemû dinyayê diçilmisîne.
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
MIRIN Ewê ku dinyayê dihêle, Siwar e û hesp dibezîne, Zîn e cihê mirina wî; Çildan û ketina wî Çawa bû, her wisa dimîne Li ba dost û dijminê wî Mirin, madem tu her têyî Rojekî wisa were Ez bo ba te di rê de bim Rojekî wisa were Pêta min venemirîbe Serbilind û li piya bim! Abdulla Peşêw
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Reklam
min qırtın
Qeyd avêtin her du piyê'm, Kelepçe xistine destê'm, Xencer danîn ser stûyê'm, Ji min pirsîn, Navê delala min çi ye. Bêdeng sekinîm wek kevirê kerr, Min kir hîrhîra kenînê û tiştek ne got!
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
JIN Bi dîtina te Ez dîsa dibim benîademê serdema kevirîn; Dîsa diçim nav şikeftên tarî, daristanên gurr; Guhê xwe didime Birûsk û gurmîna ewran û barana pirr; Şaristaniya bişkoj û kabloyan winda dibe;
Xwe Şaş Nekî Keziya te qevdeke agir e, Her roj dirije nava jûra min a tarî. Weha hest dikim, Rojek dê bê... lehiya agirî rabe. Bişirîna te keştiyek e, Her roj riya xwe winda dike, Weha hest dikim, rojêk dê bê Li bendera dilê min raweste! ... Abdulla Peşêw
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Raz Tu nerme şitilek î, cana canan, Çawa dikarî Qeyd bavêjî piyê volkan, Lixav bikî devê ziryan? Çawa bi kêliyekê Jîna'm weha direngînî, Bi bîstekê jî Qeşaya tê de dikî sergovendkêş? Çawa bi kêliyekê Mîna agir min pêdixî, Bi bîstekê jî tu min weha dikî xwelî? Abdulla Peşêw
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Reklam
MIRIN Ewê ku dinyayê dihêle, Siwar e û hesp dibezîne, Zîn e cihê mirina wî; Çildan û ketina wî Çawa bû, her wisa dimîne Li ba dost û dijminê wî Mirin, madem tu her têyî, Rojekî wisa were, Ez bo ba te di rê de bim. Rojekî wisa were, Pêta min venemirîbe, Serbilind û li piya bim! Abdulla Peşêw
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
SEDAN SAL IN Sedan sal in, Di wêrana mala xwe de, Pisîka kor a goşeya metbexa sultan im. Sedan sal in, Hewşa min vala ye û Li ber deriyê dizên xwe ez pasevan im.
ŞADÎ Şadiya dinyayê mîna rojê ye, Carinan diyar e, carinan winda. Dixwazim biçime asman, Heta li wir bibime rêgir, Şadiyekê bo te zeft kim, Ne xem bigihîje keviyê wê, Ne melisîn di ber re biçe... Şadîyek be, Li asîmanan - ya stêrkan, Li ser erdê jî - her ya te be. Abdulla Peşêw
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
JI QEREÇIYEKÊ RE Bes li kefa destê'm binêr! Ez naxwazim tu bêjî min, Dibim bavê çend zarokan, Zengîn dibim, yan her xizan... Tenê tiştek tu bêje min:
100 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.