Derbar: Navê wî, Vladîmîr Vladîmîrovîç Mayakovskî ye. 19-ê tirmeha 1893-an li Gurcîstanê, li herêma bajarê Kûtaîsî, li gundê Bagdadî, ji malbateke Rus hatiye dinyê. Du xuşkên wî jî hebûn. Lûdmîlla û Olga. Dêya wî, Aleksandra Alekseyevna bû. Bavê wî Vladîmîr Konstantînovîç, karmendekî daristanê bû. Gava kaxet dirû tine, derzî di tiliya xwe rakiriye û xwîna wî pê bi jahr bûye, 1906-an pê miriye. Piştî mirina wî ne bi gellekî, malbat bar dike Moskovayê.