Dema mirov ji dayik dibin cirxweş û nerm in.
Dema mirinê hişk û zuha ne.
Dema riwek/nebat şîn û zindî ne ew ter û nerm û tenik in.
Dema dimirin, diçilmisin û zuha dibin.
Loma yên hişk û zuha dandûyên mirinê ne.
Yên cirxweş û nerm dandû û peyên Jînê ne.
Wisa, ko tu bêhnteng û şerhez û hişk bî, tê bi ser nekevî.
Ko dar pirr hişk be, dişikê.