Tofan Sözleri ve Alıntıları

Tofan sözleri ve alıntılarını, Tofan kitap alıntılarını, Tofan en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Li vê dunyayê em gelek caran êşiyan û hîn jî dêşin, di her carên weha de êş li me bû hêsirên çavan û hîn jî dirijin. Me jî bi wan hêsirên çavên xwe agirê dojehê vekuşt û êdî di ola me de dojeh nemaye.
Ya qadirê erd û asiman! Ez evdekî Te î ji axê Ahmedê Xanî, ji cenabê Te î zulcelal lava dikim ku bi destûr û fermana Te, ji îro û pê ve her sêsed û sê salan carekê Bekoyê Ewan bi rûyê vê dunyayê bikevit. Qesd û mexseda ji evê lavayê ne ew e ku bêmarîfetiyek bibit, na û bîlekis, belbî jî mebest ew bit ku ev hîkmet mîslî lutfeke Yezdanê erşî ala bibit îbret-î milet. . Ahmedê Xanî
Reklam
ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎYE... ew êdî Xwedê dizane bê çiye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawirdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binê vî reşkonî bilind hildikişe û li ser sûretê sofîyekî datê. Sofîyekî ji herdu çavên xwe kwîr, di vê tariyê de û li pêş vî agirê pîrozwer çog dane erdê û li ber defa sîngê xwe elbaneyekê tilî dike. Bi eşq û hunereke welê diricifîne ku meriv dibêje qey bi agir re ketiye şer û qayîşê, meriv dibêje qey agirperestekî dema Medan e û bi agir re digirî, dilorîne û bi agir re direqise. Bi vê ricifîna elbaneyê re şingeşingeke îlahî bi wan hemû xelekên hundirê qasnaxê elbaneyê dikeve, ji navê û berjor ew jî xwe pê re ba dike û reşiyên li dora şahra serê wî di ser hev de pêl didin.
"Serê xwe li ba dikim û xwe bi xwe dibêjim: ev îro û ev zemana çima welê ye, Xwedê!"
Vê çîrokê... divê "Hûn evê ji zarokên xwe re vebêjin, zarokên we jî ji zarokên xwe re û zarokên wan jî ji nifşên dahatû re." (Tewrat - Yoel I:3)
Peywend
De îcar van ciyan, van dar û van keviran bi hezarên salan nan û av dan me me re bun sitare , ya ketbê evîna ilahî!
Reklam
38 öğeden 51 ile 38 arasındakiler gösteriliyor.