Karapetê Xaço, yek ji navdartirîn dengbêjên Kurdan e ku bi eslê xwe ve Ermeniye . Navê wî yê rastî "Garapet Khaçaturyan" ye . Karapetê Xaço, di navbera salên 1900 û 1908'an de hatiye dinyayê. Apê karapet li gundekî Bileyderê,li navçeya Qubînê ku girêdayî Êlihê ye de hatiye dinyayê ,ku zarokê malbatake Ermenî yê çara ye.
Piştî komkujiya Ermeniyan ya di sala 1915'an ku ji aliyê Tirkan ve hatî bû kirin de ,dayika xwe û bavê xwe winda dike . Apê karapet û her sê xwişk û birayên xwe li deşta Xerzanê de , bi veşartina ermenî bûna xwe ve ,di nav Kurdan de parsektiyê dikin û bi wî awayê jiyana xwe didomînin. Ji ber ku xwişk û bira bi kurdî dizanin , ew ji wan re dibe avantajek . Karapet di danzdeh saliya xwe de,di gundê ku xwişka wî bi mêr e de şivantiyê dike jixwe serpêhatiya wî ya dengbêjiyê jî di wê serdemê de dest pê dike . Di wî gundî de piştî mirina serekê eşîreke kurd Filîtê Quto ku Karapet li ser wî kilamekê diavêje,ew û xwişka xwe dikevin di bin stariya kurê Filîtê Quto.
Karapet piştî serhildana Şex Seîd di sala 1929'an de xwe digihîne Qamişloyê,ji ber ku di wê serdemê de rojavayê Kurdistanê û tevahiya axa suriyê di bin metingehkariya Fransayê de bû ,karapet nêzikî panzdeh salan,ji Fransayê re leşkeriya bi peretî dike. Di sala 1934'an de bi keçekê malbata Azizan a Ermeniyan ya bi navê Yevayê re dizewice û di wê zewacê de çar keç û lawekî wan çêdibin.
Piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn di sala 1946'an de ,ve bi banga Sowyetan ku li hemû Ermeniyan dike ku ew vegerin welatê xwe Ermenistanê ve vedigere Ermenîstanê û diçe li Erîvan'ê bi cih û war dibe .
Di sala 1950 'î de , beşdarî kadroya radiyoya Rewanê ya kurdî dibe û bi deng û stranên xwe yên Kurdî heya sala 2000 ' an dengê wî di erdnigariya Kurdistanê olan dide.
Karapetê Xaço bi tevahî Filehkî jî di nav de ji bilî kurdî ti