Mabesta peyva 'têgîhîştinê' çi ye? Bi dîtina min ev wate ya wek zil vala ku bi me dane ezberkirin, me ji giringiya ziman, giringî û rola wî ya di jiyan civak û pêkhatina mirovayetiyê de, ji bondora wî ya pêşerojê dûr dixe. Ev gotin alaveke filozofiya xapandinê ye. Em li Amêrîqa û Almanyê dinêrin, ji bo wek hemwelatî pejirandina kesekî, zanîna ziman wek xala bingehîn danîne. Demirel li Kosovayê gotibû; 'Hun çi dikin bikin zimanê xwe ji bîr mekin.' Belê mêtînger xwediyê azmunan e, baş dizanin ku gava zimanekî têk çû, ew gel yan jî ew netew jî têk diçe. Daku em bikanin filosofoya xapandinê ya li pişt vê şiyarê têbigihîjin, em dikanin pirsa 'netew çi ye?' derxin pêş.
Gava mirov vê pirsê dike; hima bigire her kes van çar bingehan dijmêre. 1- Yakitiya xaka welêt, 2- Yekitiya ziman, 3-Yekitiya jiyana aborî. 4-Gîyana derûnî.
Lê bi rastî ev her çar bingeh tenê bi ziman ve girêdayî ne. Yanê gava ziman nebe, ev her çarana jî nabin. Em van xalan yek bi yek bigirin û binirxînin.
1- Gava zimanekî tunebe, bi navê wî zimanî welatekî jî nabe. Yanê hebûna welatekî bi hebûna ziman ve girêdayî ye. Wekî: Almanî- Almanistan, Grêkî-Grêkîstan.
Ma çima em îroj nikanin behsa Hetîtîstan, Lûvîstan, yan jî Sumerîstanê bikin? Ji ber ku zimanê wan têk çûn, îroj bi navê zimanê wan welatek jî tune.
2- Ya duyemîn ji xwe ziman e.
3- Ma bazarek, aboriyek bê ziman dibe? Bê ziman jiyanek aborî pêk tê? Em fabriqekê bigirin destê xwe; pêdiviyê fabriqê, bi endezyar, bi mamostayan, bi berstwan, mimar, û firoşkaran, bi karkerên xwenda heye. Ew jî tene bi ziman té perwerde kirin. Bi kurtî ev xal jî bi ziman ve girêdayiye.
4- Jixwe gîyana derûnî, yanê çanda di pêvajoyeke dîrokî de pêkhatî, hest û rabihîstin bi tevhevî bi ziman ve girêdayî ne. Bi gotineke kurt û kurmancî bingehê netewbûnê ziman e. Li ser