Xortaniya Rustemê Zal
Rustemê Zal û Fîlê Spî
📍Di çîrokên mîtolojîk de zarok-leheng, hebûnek ji insanê normal wêdetir e. Ev di demek zû de di kesayeta Rustemê Zal de, bi kuştina Fîlê Spî eşkere dibe. Li gor riwayetên Şahnameyên Kurdî, yekemîn bûyera girîng a Rustem kuştina Fîlê Spî ye ku di çardeh saliya wî de derbas dibe. Ew bûyer di heman demê dikare wek destpêka xortaniya Rustemê Zal bê qebûlkirin. Çîroka Rustem û Fîlê Spî di Şahnameya Firdewsî de jî bi riwayetek cuda hatiye neqlkirin. Li gor riwayeta Firdewsî, ew fîl, fîlê Zal e. Lê di riwayeta Kurdî de Fîlê Spî, fîlê padişahê Îranê ye.
Li gor riwayetê, li paytextê, rojek Fîlê Spî yê padişahê Îranê xwe ji zincîrên xwe xilas dike û êrîşê koşka padişahî dike. Padişah û Zal xeberdar dibin û hemû xelk direvin û hawar dikin. Dengê wan tê guhê Rustem. Rustem radibe û ji Gûderz dipirse ka ew çi hawar û çi qêrîn e? Gûderz bersivê dide ku Fîlê Spî xwe ji zincîrên xwe xilas kiriye û çend fîlban kuştine, kes nikare bi wî re rûbirû bibe. Rustem ji vê xeberê aciz dibe û ji malê derdikeve û diçe ber bi koşka padişahî. Zevareyê birayê wî, ji dîwarê kelehê gazî wî dike û jê re dibêje ku bireve. Rustem guh nade wî û diçe hember fîlî. Filê Spî êrîşî Rustem dike lê Rustem serê wî bi derbeyê qulikekê dişikîne û wî dikuje. Padişahê Îran û hemû kes ji netirsi û hêza Rustem şaş dimînin. Lê Zal ji karê Rustem gelek aciz dibe. Mezinên Îranê jê re dibêjin: Aciz mebe, karê kurê te karek mezin e. Ew layiqî nasnavê "Pîlten" e.
Pîlten, yê ku laşa wî wek fîl mezin û bi hêz e, nasnavek Rustem e ku di hemû riwayetên destanî yên Îranê de derbas dibe. Firdewsî jî di berhema xwe de nasnavê "Pîlten" gelek caran bi kar aniye. Lê ew çirok û koka vî nasnavî nabêje. Weku tê dîtin, di Şahnameyên Kurdî de behsa koka nasnavê "Pîlten" hatiye tomarkirin.