Helbestên Professional/çardexwerek çar gulle çardeh sal heps/Şehmus Kurt -I-
Rûpel 7 (ŞI’R)
Rûpel 8 vala
Rûpel 9 kî maye em neçûne acizîya wî
yehya omerî
Rûpel 10 vala
Rûpel 11 I. çardexwerek
û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de
dost çiyayî
rûpel 12 vala
Rûpel 13 şeş herf sê peyv çardexwerek çar gulle çardeh sal heps
ez
tu
ew!
Ev demek e, bi analîza rengdêran, ravekan, paragrafan û metnan dixwazim bi xwendina metnên edebî re psîkolojîya zimanê wan jî bixwînim loma min xwest fam bikim şaîr bi tercîha her du risteyên ji du şaîrên kurd çi peyame dide me, çi dibêje? Ezberek û klîşeyeke berhemên şaîran heye, dixwazin bi çendek mînakan riste an helbestên kin ên şaîrên namdar vîtrîna berhema xwe xwirt û rengîn bidin xwîyayî û peyama “Va ez helbestên baş dizanim” bidine xwende. Li ser pirsa şaîr çima ev her du riste hilbijartine ranawestim û bi pozîtîvî dibînim. Ne ji helbestên şaîrên cîhanê ji helbestên du şaîrên kurd du rêz/ristek danîbe pêşrûpela berhema xwe, ev “tişteke baş” e, pozîtîv e.
(ŞI’R) Zaf balkêş e. ŞI’R çima kurdîya bi kesayîya erebî? Çima xistine nav kevanekê de?
Piştî xwendina helbesta ewil a ji şeş tîp û sê peyv û XALBENDÎYEKê pêkhatî qederekê diponijim. Na, na ne li helbestê, li xalbendîyê. Ev demek e, bala xwe didime “li berhemên kurdî bikaranîna xalbendîyan” jî, loma li vê helbesta ewil ji helbestê bêtir xalbendîya ! bala min da xwe.
Berî vê berhema “helbestên professionel” min berhemeke çîrokan Şebake/Serdar Komurcu xwendibû, li wê berhemê zêde-zêdebûna xalebangan (piranîya hevokan bi xalebangekê diqedîyan) bala min zaf kêşabû. Li piranîya pirtûkên kurdî yên min xwendî gelek caran rastî hiperenflasyona xalebangan hatime. Li vê helbesta kin, dema min “!” dîtî