Jan

Jan
Dm kullanmıyorum! Takip etmeyin seri fav yapmayın. Geri dönmüyorum. #82436482 1000Kurdî 2x2 =1
Pastacılık
Qoser, 21 Aralık
571 okur puanı
Ekim 2019 tarihinde katıldı
Lêkolîna pirtûka Heval Marcello ,bi suret û vîdeoya instagram.com/reel/CRrq_7ID6g... Karim Franceschi #kurd #kurdî #kurdistan
Kurdî
Reklam
Loriya şehîdan
Şan û mezinahî bi te dikeve Welatê delal û abadîn Şan û şeref bi wan dikeve Yên ko qurbana te bûne Di nav ax û xwînê da Gelî şehîdino... Şehîdên welêt Mêr, mêrxas hon in Û yên ko didin ser şopa we Û mîna we divên bêne kuştin. ( Ji helbesta Vîctor Hûgo " L'hymne" hatîye vergerandin )
Sayfa 53 - Bê îmze, Hawar, Hejmar: 27, 15 Nîsan 1941·Kitabı okudu
Kurdî
TOLA WELÊT
Welat! Welat! Kanî xweşî? Qewî îrû tu nexweş î Kanî ew ken, kanî geşî ? Çiman holê wek dilreş î? Çiman wîsa tu bêmad î? B'kurê xwe re xeber nadî? Kul û kûvan ji her alî Lewra welat wer dinalî Destên tirko li te ketin Bi xwîna te sor bûn repin Mîr û mela dar ve kirin Xort û xurtan ji te birin Ez ko kurd im ji bîr nakim Bi xwîna xwe divê rakim Ez bixwînim, xwenda bibim Mezin bibim, zana bibim Mêrkuj bibim bi nav û deng Ez hilgirim top û tifeng Tola te ji evda te jî Dê hilînim doza te jî
Sayfa 47 - Bê îmze, Şam, 7 Tîrmeh 1931, Hawar, Hejmar: 2, 1Hizêran 1932·Kitabı okudu
Kurdî
Bilûra Min
Xemrevîna terkeserên dinyayê; Û li rohelatî Dema ko dinya hişyar dibe Ji xew radibe Ji me re Strana azahî û serbestiya Kurdistanê Binehwirîne, Û dengê wê stranê, bila, Bikeve nav dil û guhên me. Bilûra min, Tu î xemrevîna dilketîyên welêt.
Sayfa 41 - Seydayê Gerok, Hawar, Hejmar: 32, 1 îlon 1941·Kitabı okudu
Kurdî