Zabitî got onbaşî, çawîş û eskeran:
Ji paş ji rex bajon, tevde biqedînin.
Destan de Tajang û şûr dirêj li karwan kirin
Herçî şîrmij û gedek bin lingên xwe birin
Zarîn rabû û nalîn, ji karwanê dilreş
Rengê sor li erdê bû, belav pinî û beş
Mejî tev perçiqîne, xuyane çend serî
Cerg û dil sîng û ber, bûbûne giş herî
Tivingên xwe rast kirin, didan ji pêş û paş
Teq û req vizz û vingîn li wan dihate baş
Yek du sê çar diketin, ser çaw bixwîn kambax
Tenê ji jinan dihat dengê zarîn û ax
Dimirin mêr ne deng e ne ax û zar nalîn
Paşila hev diketin hevdu ra gor in hêlîn.
Sayfa 20 - Celadet Alî Bedir-Xan Hawar,Hejmar:17, 6 adar 1933·Kitabı okudu
13 tîrmeh 1930, beyî neha bi 92 salî li bajarokê wan ê erdîşê li behra Zîlan ê agir bi 44 gunda xistin û bi kêmanî 15.000 mirov ; zarok, jin, extîyar tevda kuştin.
Di dîroka fermîde ev komkujî derbas nabi. Di dîroka ku navê " dîroka din" lê kirini bi navê " Zîlan katliami" derbas dibi.
Xalê Tahîr Nas (103) ku ji vê komkujîyê birîndar xelas bûyi li ser wê rojê vana dibêji: yê ku ji ber agirê tivingê xwe di bin meyta di veşartin singû kirin û kuştin. Bi du metra dûrî min pîrekik hewal li ber halê xwe dida; yekî leşker çû ber wê ku gulîska tilîya vê derxi, min bi çavê xwe dît ew pîrek hilma xweyî dawî de pihîna xwe li sênga leşker xist û rih da. Leşker tilîya wê şikenand û gulîska wê derxist. Di dewa dîya min î ku mirîyi de birayê min î du mehî hebû. Leşker wî ji dewa dîya min rahiştê, singû pêvekir wî ber ba kir û kuşt.
Bavê min timî digot... " Îtalya mala me yi, ya min û te! Û hez kirina malê jî tê ser wate ya ku dema xeterê de mere ji bo wê şer biki." Kurd îro wek bavê min diştexilîn.