Eger bimrim dîsan rabim ji dîdara te têr nabim...
Kurdî
Yek armanc, Yek rêzan, Yek raman, Xebatê bikî, Ji bo Kurdistan. Ji bo îro, Ev gotin besin, Heke zanibî, Ji min bibhîse, Şîreta biran. An na, Dê bê 'xapandin, Ji dilpaqijî, Bibî part ji bo, Rovî û Guran.
Kurdî
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Bese, Ho ! Çavê xwe veke, Da ku carek din, Wekî her carê,— Neyî xapandin. Baş binas, Riya xwe, Armanca millet, Da giyanê kurd Bête vejandin. Azadî, Ji bo te Ku bi tukesî, Bi tû ramanan, Neyî girêdan.
Kurdî
Berî vê pi çar sed sali Zanayê me Kurdan Ehmedî Xanî, Riya felat û azadiyê Ji gernasên îro pirr çêtir dizanî
Kurdî
Agirê serxwebûna milletan, Divê xebateke xurt û gelêr û yekrû. Tenê bi pifkirinê vênakeve, Jê re dixwaze gelek êzing û ardû.. Ardûyê vî agirê han, Divê em bin, ho.. kurdên camêr û bi rêmet!
Kurdî
Berî herkesî ala xwe hilda Tev leşkerê xwe Ceneral Îhsan Lê dema felek berî jê guhart Dakete Îraq vala hişt meydan. Piştî wî rabû Șer Seîdê kal Tev eşirên Kurd daket ji Pîran
Kurdî