Tola Welêt
Welat! Welat! Kanî xweşî?
Qewî îrû tu nexweş î
Kanî ew ken, kanî geşî?
Çiman holê wek dilreş î?
Çiman wisa tu bêmad î?
B'kurê xwe re xeber nadî?
Kul û kûvan ji her alî
Lewra welat wer dinalî
Destên tirko li te ketin
Bi xwîna te sor bûn repin
Ez ko Kurd im ji bîr nakim
Bi xwîna xwe divê rakim
Ez bixwînim, xwenda bibim
Mezin bibim, zana bibim
Mêrkuj bibim bi nav û deng
Ez hilgirim top û tifeng
Tola te jî evda te jî
Dê hilînim doza te jî
Celadet Alî Bedirxan