Li hin dikanan kurkên reş ên hewranî, yên ku melewîyên wan ji postê berxên şemze, rûyê wan ji şeqefê reş çêbûyî; ebayên reş û zere, yên ku bihar û havînan li xwe dikirin, dihatin firotin. Topên qumaşên şalwarên kurdan ên qeberdîn, tergal; şalwarên hazir dirûtî, li ser tertîba Sirûcê, dernig-teng, navranên wan adetî dirêj; yên li ser tertîba Sêwreg û Hêlwan û Wêranşarê navrandirêj ên bi erdê ra; şalwarên li ser tertîbên Semsûr, Entab, Diyarbekir, Meletî û Mêrdînê; êlegên çildugme, yên bişkojên wan ji dezîyê û bi êlegî ra yekreng, qutikên bêberstûk, babet babet, reng reng gore -yên havînê, yên zivistanê û ji hirîyê destmal û şar-peyên serîyan ên keçikên çûk û ciwan, destmalên berîkan, kumên raşikestîyan dihatin firotin.