Bêrîya Welat
Ka ew deşt û ka çiya, ka ew av û ka gîya, Ka ew kon û ka koçer, ka ew zozan li ku ye? Ka ew dengê pezê qer, ka ew gulên sor û zer, Ka benefş û ka rihan, ka gulistan li ku ye? Ka kovî û ka evor, ka ew deng û qoreqor, Ka şêrîn kewê nêr, ka nêçîrvan li ku ye? Ka ew cot û ew cotar, ka ew pez û ka dewar, Kanî berx û kanî kar, ka bêrîvan li ku ye? Cegerxwîn
Kurdî
Cegerxwîn - Bêriya Welat Ka Ferîdûn , ka Direfş, taca Keyan li ku ye , Ka Guhderz û ka Ristem, ka ew meydan li ku ye? Ka padîşahê Elwend, ka siltanê li Deynûr , Ka Eyûbî, ka Dêsem, kanî Merwan li ku ye? Ka mîrekên li Baban, ka paşayê Rewandiz, Ka Cizîr û kanî Mîr, ka Bedirxan li ku ye? Kanî mîrê Behdînan, kanî mîrê Hekaran, Ka mîrekên li Zazan, mîrê Xerzan li ku ye? Kanî mîrê Hesenkêf, kanî mîrê li Sasûn, Ka mîrekên Mecenkurd, mîrê Şêrwan li ku ye? Ka Meletya, ka Xerpût, ka Çermûk û Sîwerek, Kanî Ûrfa, ka Sirûç, mîrê Milan li ku ye? Ka Wêranşar, ka Dêrik , ka Mêrdîn û Nisêbîn? Kanî Amed, ka Hezro, mîrê Hîzan li ku ye? Kanî Stewr, ka Mîdyat, ka Erzen û Bişêrî, Ka Aşît û ka Hêtem, ka Gurdilan li ku ye? Ka Bedlîs û ka Sêrt, kanî Mûş û Erzerom, Kanî Qers û Bayezîd, ka mîrê Wan li ku ye? Kanî Miks û ka Xesxêr, kanî sera Mexînan,
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Serê çîyayê Sîpanê bi dumane bi mije Kê dîtîye nêçîr nêçîrvanê xwe dikwije Sîyabend u Xecê
Seydayê Tîrêj - Aştîxwazim
Ez kurdim serbilindim, ez xortê perwerî me Lawê bajar û gundim, reş mar û ejderî me Pilingê gerdemendim, ez dêwê çar serî me Ez pêwanyê der bend im, ez ji bingeha arî me Ez taca Efrîdonim, şûrê Rustemê Zal im Ez bastonê di destê, wî şêx Seîdê kal im Cenawerê Zaxros im, Zerdeşt yê şengal im Pêşmergê Berzanî me, xwedyê şapik û şal im Ez kurdim dilovan im, dil nerm û aştî xwaz im Hevalê pêşverû me, azad û serfiraz im Ez bin destiyê nakim, mêrxas û cengebaz im Nêçîrvanê neyar im, ez mîna teyrê baz im Ez ji Dêrsim û Bingol im ez ji Serhed û Xelat im Ez Torî û Hmrîn im, canfidayê welat im Ez gamasiyê Xabûr im, hûtê Dicle û Firat im Ez şêrê Kurdistan im, gernasê rojhilat im Ez bi nav û bi deng im, men hem demê Guvara Ez sersot û piling im, li zozanê Hekara Ez agirê ser têz im, li şax û zinara Ez Tîrêj û birûsk im, li hemberê neyara Gelî koma milletan, ma ka edalet kanî îraq û Tirk û îran, tev tên me vî zemanî Gurmîna teng û topan, deng çû ezmanê banî Sor bûne deşt û zozan, ji xwîna erxewanî.
Helbestên Kurdî
Brindarım
Ez ya xezal bûm , malê min Tu bî nêçirvan, gaziya min Tu winda bû kendala de , sebra min Şalûl im bi te re loo
Müzik
Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi dûman e û bi mij e  Kê dîtiye neçîr nêçîrvanê xwe di kûje.