Puan vermedi
Bazîdî berhema xwe a navê balkêş de sazka xwe li ser himên klasik ava dike. Buyer krolonijîk diyalog rasterast in. Kesên baş lap baş, ên xerab jî lap xerab in. Hemî Kurd gelek îdealin; Jîr, destemel,biaqil,serxwe û netew perestin . Dû kesayetê sereke hene Danyal û Zîlan: Zîlanê navê xwe ji Geliyê Zîlan girtiye " Em malbatek in ku me pir êş û kul kėşandine. Niva malbata min di serhildana Agiriyê de windabú. Wexta ku ez zarok búm de û bavê min ji min re "Zîlan û ronya çavên me" digotin ez pê gelek serbilind dibům. Min ji wisa zen dikir ku ji bo min digotin. Lè ez hindi mezin bûm fêr bûm ku navê xaka xwe li min kirine. Ji ber ku di vê xakė de ji Geliyê Zîlan destpê kirin seri rakin, şer bikin, berxwe bidin û şînê bigrin" ( Bazîdî, 2017,r.97) Ew piçûka pênc birane, çuye dibistanê. Keçe pir serxwe ye " Ez dixwazim dinyayė nas bikim. Çima li kuderė dinivise ku miraza jinê di mal de girtî rûniştin e " (Bazîdî,2017,r.94) heman demê de bi hêze ,mêran re kava davêje , him nêçirvanekî pir baş e û him jî jina mala ye; xwerinên pir xweş çêdike. Nexş nemûşê ew çêdike qet kes nikare çêbike. Ji xwe bedewbuna wê nav û deng e. Mêrxasiya Danyal, xwe nasîna wî û camêrtiya wî. Merî divê ew tena serê xwe dikare welat ava bike, her wek kesayetiyên din. Dema Danyal û hevalên wî amadekariya nêçira mezin dikin, cî da diniqite dilê Danyal ; Şûna ku mêçir bikin nebin nêçir " Nêçîra guran gelek karekė bi xeter e. Cihê ku tu nêçîrvan î, tu dinêrî wan ji nişka ve xwe vajî badane û tu bûyî nêçîrê. "( Bazîdî,2017,r.152) Û dema cenderme derdora kêmina mezin qaşo benda gurganin Danyal dîna xwe dide berê çekên cendermeyan li ser wî û hevalên wî ne. Di vê kêliyê de biryar digire bo paşve çûnê. Ev kêliya epiphanykî ( hay xwe çêbûnê)rengekî dî daye berhemê. Pîştî vê kêliyê çavê Dayêl û ê
Edebîyata Kurdî
Çavên GurgîCemîl Turan Bazıdî · Ayrıntı Yayınları - Sarı Kitaplar · 20171 okunma
Puan vermedi·400 syf.··
2025 1. kitabı
Nizanim çend sal in ev pirtûk li piyasayê digere , li ser zimanan e û di dest mirovan de ye . Lê xwendin teze bû qismet. Hûn tev li fikra kitêbê dibin yan jî nabin hûn zanin lê diyar e kitêbeke nûser e. Ji ber ku îspat dike ka çawa pergala mêrane, bi rêya goştxwarin û heyvan qetilkirinê ve hukmê xwe li ser jijan jî qewî dike. bi tenê xwendina vê pirtûkê belkî ez nebim vejetaryen lê bi tespît û mînakên şênber ve deriyekê di mêjiyê mirov de vedike helbet. Ku hûn bêjin kurtasî ev pirtûk behsa çi dike ez ê hevokeke zehf mehkem û ravekar rasterast ji pirtûkê derxim û daynim pêşiya we. “etin cinsel politikası, erkeklerin et yemeye ihtiyacı olduğu buna hakkı olduğu, et yemenin yiğitlikle ilgili olduğu ve et yemenin bir erkek aktivitesi olduğu sansıdır” “Sanrı” … Bi taybeti jî pirtûk li ser vê peyvê dixebite û hewl dide li me bide qebûl kirin ku hemû zanînên li derheqê goştxwarinê ji “rewrewkek”ê pêk tê. Li gorî angaşta kitêbê; goşt karê mêran e! Û zebze jî yê jinan.. yanî di serdema “nêçîrvan- berhevkar” de mêr nêçîrvan in û jin jî berhevkar in. Ji ber vê goşt ya mêran, çêre jî ya jinan( heyvanan) e . Çawa ku jin bi tenê serê xwe nikaribin bibin tu tişt, sebze jî nikarin bibin xawrin. Goşt xurt e û qral e, sebze jî xûlam e . Ji ber vê jin nikarin bibin qral. Pirtûk tenê li dora van mijaran naçe û nayê helbet, qala gelek tiştan dike di nav xwe çend beşên din jî dihewîne. Mînak pergala kapîtal-partîarkal çawa jinan, ji mêran biçûktir û heyvana mezintir terîf dike. Çawa jinan jî wekî parçeyek goşt dixe çavê qada civakî. Ji ber vê gava mirovên femînîst- vejetaryen- vegan behsa mafê heyvan û jinan dikin pergala kapîtal- partîarkal demildest wan bi hestiyarê suckar dike. Welhasil mesele dûr û dirêj e ez behsa hemû fikrên li ser pirtûkê bikim şev li me naqede. Spas bo ê
Etin Cinsel PolitikasıCarol J. Adams · Ayrıntı Yayınları · 2013942 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE
Puan vermedi·150 syf.··
2024 6. kitabı
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE Pirtûka Temoyî helbestê ya bi navê 112 Hesp û Xezelek nêzika du mehan e di destê min de ye lê naqede. Ne ji ber dirêjbûna wê, ji ber qewet û kûrbûna wê .. Gava hinekî ketim li nava kitêbê, ji fîlma “the revenent”ê sehneyeke Dicaprio’yî hate li ber çavê min. Heçiyek temaşekirine jixwe zanin Dicaprio di fîlmê de bi rola Hugh Glass dilîze. Hugh Glass nêçîrvan e, bi hevalê xwe re diçe nêçîra ajalên biyanî bo postê wan bi dest bixe. Rojekê li rastî hirçekî tê û hirç wî bîrîndar dike hevalê wî jî pişta xwe didinê û wî li wir dihêlin. Hugh, bo xwe li jiyanê rabigre zikê hespekê diqelişe, dikeve zikê hespê û wusa ji mirinê difilite. Ji min wetrê Temo jî di kitêba xwe de ketiye hindurê hespan lê cudahiyek di nava wan de heye; Hugh (Dicaprio) ji bo xwe vejîne ketiye zikê hespê lê Temo, bo hespê vejîne ketiye zikê hespê. De em wan herdû zilamên qeşeng bidin aliyekî û derbazî lêhûrbûna pirtûkê bin. Wekî hûn jî zanin pirtûka Temoyî helbestê a bi navê 112 Hesp û Xezelek vê payiza sala borî ji weşanênxaneya Darayê derket. Ji xwe berhemên Temoyî ên din jî serkeftî ne û ne hewceyê pesnê min in lê ev a dawî tiştekî neditî ye. Form û Dîtbarî Çima 112? Li gorî gotina nivîskar ev jimar bi taybetî nehatiye bijartin û tiştekî sembolîze nake, jimara helbestan hêdî hêdî li hev zêde bûne û bi awayekî spontane 112 helbest derketine holê. Temoyî navê gelek hespên bê helbestmayî jî di dawiya berhemê de nivisiye û siwarê wan jî diyar kiriye. Kitêb bi 112 helbestên ji devê hespan hatiyê nivisîn û xezeleke bi navê “Xezela sim û pîkolan” pêk tê. Ji wan helbestan 110 heb helbest li ser hespê leheng û navdarên Kurdan hatiye nivisîn, helbesteke bi navê “Cilfîferaz” li ser hespa lehengeke çîrokî hatiye nivîsin siwara wê ‘’Zilfînaz”e (û cudahiyeke wê hespê ew e ku di nav hespên
Edebiyat
112 Hesp û XezelekSelîm Temo · Dara Yayınları · 202345 okunma
Puan vermedi·718 syf.··
2022 7. kitabı
“Kürt dilini koruyun, dil bizim ikinci vatanımızdır. Birinci vatanından uzaklaşanlar ikincisinde varlığını devam ettirebilir. Horasan Kürtleri bunun en güzel örneğidir. Tevehudi hocamız o bölgede yaşayan Kürtlerin kimliğini muhafaza etmeyi başarmıştır.” Nêçîrvan Barzanî
Horasan KürtleriSelîm Temo · Alfa Yayınları · 2019123 okunma
Ez Xelefê Kinikim
10/10
·250 syf.··
Beğendi
·
2020 13. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 31 Temmuz 2020 15:08
Ez Xelef'im. Ez Xelefê Şûfî me. Lawê Mûsê Meleka me. Yekê bi tenê me. Siyarê hespê qemer û kabreş, hespê Qaqnosim. Xwedîyê şûrê bi şirik û bi sedefim. Nêçirvanê pezkovîyên serê çîyayê Kurdîstanê û xezalên deşta Heranê me. Neçirvanê qaz û qulingên Serhedê me. Di navbera hemu ezbet û eşîran da, di navbera hemî civakan da navê min tête gotin. Ez ji dostan ra Şûfîme, Xelefim. Ji dijmin ra bi rik û bi gefim. Û helal, amade Mîrê min, li serê vî çîyayê bilind, li ber çavên we me. Ez Xelefim. Xelefê Şûfî hevalê Mîr Bedirxanê Ciwan hevalê bapîrê Celadet Alî Bedirxan bû.. Jê ri tetê gotin "Bedirxanê Ciwan" lewra 18 salî bû Mîrê Cizîra Botan.. Yên ku Xelef dîtibûn, naskiribûn digotin : Kezebên Xelef, ji risasên reş û girane. Hin kesan digotin, "Gurçikên wî ji pola yê berqane." Hin kesan digotin, "Du heb mûyên li hevbadayî, di fatereşkên wî da, yek bi yek çikîyane." Hin kesan jî digot,( #80474526) Xelefê Şûfî di şerê Bedirxanîyan û Osmanîyan da Alî Bedirxanîyan.. Pîya Mîr Bedirxanî rastê bû.. lê xayinek di nav wan de bû "Ezdinşer" pismamê Mîr Bedirxan.. roja dîtin ku Ezdînşer xayini Xelef got, "Mîrê min bihêl ez wî bikujim" Mîr Bedirxan go wî nekuj lê wî çavtirsandî bik.. Xelef wî çavtirsandî dike û van peyva dike : ( #80370730) Dû wê di Bedirxanî mejbûr dimîne û sîlihê xwe datîne.. di wê navê di nexweşîyek pir giran li Cizîr ê belav dibi.. kes nikari miryî xwe bişo, kefen biki û veşêri.. ji ber wilo mirîyê xwe davêjin nav çem û ew çem wan mirîya dibi nav behrê di.. Mîr bedirxan û malbata wî Ji Cizîrê derdikevi û Ezdinşerê xayin dibi begê botanê.. Li ciwata ji re tê pirsîn, "me bihîstîye ku tu ji xelef pir ditirsî" ew jî dibêj, " Ez ji Xelef natirsim ew ji minre wek zarokekî li ser şîri, ez beranim û ew berxe.." Hin kes vana
Kurdî
Ez XelefimBazê Kal  · Yöneliş Yayınevi · 201917 okunma