Şanazim ku min vî kitêbê ji nivîskar bixwe wekî dîyarî girt.Kitêb wekî hûn jî dizanin romane û ji deh bêşên bi hevre girêdayî pêk tê .Nivîskar Mem Zînîstanî bixwe jî wekî lehengekî nav romanê da cîh digre û beşa Gilîger de mideheleyan jî nivîsa xwe dike.Qerekterên kitêbê kesên ji rêzêne û herkesek dema bixwîne yê ji xwe re yekî\ê nêzîk bibîne.Bi min qerekterê sereke Zuhre ,Bêzar û Gorrkol bixwe bû .Dema xwendinê de min ji xwe re ferhengekî avakir ku peyvên tenê kitêba Mem da derbas dibin henin ,gotin û peyvé kitêbê wekî gotina nivîskar gelek antîke bûn. û kitêbeda biwêj û gotinê pêşîyan gelek zêde û baş hatibûn edilandin .Carcaran leheng didan xeberan (çêran) lê ev dema xwendinê min aciz nekir.Kitêb bixwe post-modern e û nivîskar mijarê gelek baş honandîye .Tenê ji tiştek aciz bûm ev jî bikaranîna hevokên Tirkî bû wekî din tu pirsgirêk nîn bû .Naxwazim zêde spoiler bidim lê hûne peyva dîyazo û "hopirê ha!"tu carî bîrnekin . Ji niha de ji bo kesên dixwînin re serkeftin û xwendinxweş