“Konfüçyüs’ün bilgece söylediği gibi aşk zordur.En büyük acı kaynağımız olabilir ve bizi düpedüz deliliğe sürükleyebilir.Yine de kendimiz ve aşkımız değişirken ,aşkın gerektirdiği çabayı gösterirsek ,bizim için çok daha iyi olur.Çünkü sevildiğimizde ve sevdiğimizde en derin mutluluk kaynağını bulmuş oluruz .”
...Li ser vê deşta rast a di navbera Dîcle û Firatê de ,wargeh û sitar ji xwişk û birayên min re nînin.Ne çîya hene ku em bi kaşên wan ve hilkişin ,ne jî newal û gelî hene ku em xwe di zikê wan de veşêrin.Tenê di kûrahîya asîmanan de Xwedayekî me heye ,lê dîyar e ku ew bêhtir piştgirîya neyarên kurdan dike.
Lê Bêzar ?Çi kullê li wî xistîye ?Mîna sûtalan ketîye wan ortana.Qe nabêje ne ji merî ra mal û 'hal lazim e ,na, tobe.Serê pîran merî rabe jina xwe berde!Hoppirê ha!Hema daye pey qûna kitêban.Îja bêje ,tixa ,ka kî te û kurmancîya te û defter û qelama te çi kîrê xwe di'hesibîne.
Sê kalên heval ên zarokatî û xortanîyê ,yanê hemî emrê wan bi hevre derbasbûyî ,pişta xwe dabûn diwêr û defterên mazîya xwe tev didan.Ji hhev pirsîn û hev bersivandin.Piştî vê gotina hevalekî ,her du yên din bi hejandina serê xwe erê kirin:
Lezetîya dinê tenê ew bû ,her du salên me li Îranê pars dikir.
s26